‘Divê her kes ji bo Şengalê rabe ser piyan’

Şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî planên tesfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşan dan û diyar kirin ku divê her kes ji bo Şengalê rabe ser piyan û Şengalê biparêzin

https://www.youtube.com/watch?v=g3CGW761nt4

Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî gef û planên li ser Şengalê ji Rojnews’ê re axivîn. Mexmûriyan diyar kirin ku Şengal ne tenê ye û wê bi berxwedanê planên li ser Şengalê pûç bikin.

Welatiya bi navê Emîna Pîranî di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên li dijî îradeya Xwesertiya Şengalê têne kirin û wiha got: “Şengal ne hate parastin û ji ber wê jî DAIŞ’ê ferman li ser gelê Êzidî pêk anî. Niha jî ewên ku dixwazin Şengalê bê îrade bihêlin, yên Êzidî bi fermanê re rû bi rû hiştine. Em van plan û êrîşên wan şermezar dikin, ev kiryar nayê qebûl kirin. Bi çi rûyê dibêjin emê Şengalê biparêzin, gelo çima 2014’an reviyan? Niha Şengalî xwe bixwe diparêzin, hêza gelê Şengalê ya parastinê heye û ne hewceyê wan dagirkeranin. Banga min ji bo tevahî Êzidî û gelên azadîxwaz re heye, pêwîste em hemû xwe bikin yek, van plan û konseptên li dijî îradeya gelê Êzîdxanê vala derbixin. Hertim Êzidî bi fermanan re rû bi rû hêlane, piştî fermana dawî gelê Şengalê li xwe vegeriya û xwe rêxistin kir, niha bi hezaran parazvanê Şengalê heye. Ji bo wê jî pêwîste em xwedî li Şengalê derbikevin.”

Şêniyê bi navê Hisên Seyhan jî nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û axivî: “Gelê Şengalê bi gelek fermanan re derbas bûye. Herî dawî jî hêzên azadîxwaz, hêzên gerîla gelê Şengalê parast û bi vê parastinê re gelê Şengalê xwe bi rêxistin kirin. Li ser vê bingehê niha îradeyek ya gelê Êzîdî heye. Bi navê Rêveberiya Xweser bi dehan sazî û destgehên wan hene û xwe bi xwe rêve dibin. Lê, belê mixabin dewletên dagirker, bi taybet dewleta Tirk tehemula vê xwesertî û îradeyê gelê Êzidî nake.”

Hisên Seyhan diyar kir ku dewleta dagirker weke hemû deveran li Şengalê jî êriş dide pêk anîn û wiha pêde çu: “ Lê, belê heta niha jî ji aliyê ti saziyên pêywendîdar re nerazîbûnek nehatiye nîşandan. Ev yek cihê rexnekirin û şermezarkirinê ye. Bi hezaran şehîdên fermanê hene, heta niha jî gelek Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne. Niha dixwazin fermanek din li ser gelê Şengalê bidin ferzkirin. Lê weke gelê Mexmûrê em vê yekê qebûl nakin û wê hertim li dijî planên wan emê têbikoşin. Pêwîste tevahî gelê Kurd ji bo Şengalê rabin ser piyan. Ji ber ku armanc ne Şengale, armanc tinekirina Kurdan e. Ji bo wê jî niha li her çar parçeyê Kurdistanê li ser Kurdan êrîş têne çêkirin. Lê weke her deverê li Şengalê jî berxwedaniyek mezin heye. Em berxwedana wan silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin.”

ÇAVKANÎ: ARMANC HEREKOL/XEBATKAR RAPERÎN-MEXMUR-ROJNEWS

Show More
Back to top button