‘Lihevkirin di encama danûstandinên Herêm û Tirkiyeyê ye’

Pispora Karûbarên Tirkiye û Herêma Kurdistanê Dr. Huda Rezaq da zanîn lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê, hewildaneke ji bo parastina berjewendiyên dewleta Tirk ên li herêmê ye

https://rojnews.news/ku/hevpeyvin/lihevkirina-sengale-di-encama-danustandinen-herem-u-tirkiyeye-de-pekhat/

Dr. Huda Rezaq ji rojnews re axivî û got: “Ev lihevkirin ji encama danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê derket. Niyeta Tirkiyeyê heye li Şengalê bi cih bibe û wek cihek stratejîk li Şengalê dinêre. Sedema stratejîkbûna Şengalê jî ewe ku Şengal dikeve navbera sinorê Iraq û Suriyeyê, dikeve navbera parêzgeha Ninowa û parêzgeha Heseke. Musil û Rojavayê Kurdistanê bihevre girêdide. Ev yek jî zêdetir ji bo Suriyeyê giringe.”

Di berdewamiya nirxandinên xwede Pispora Karûbarên Tirkiye û Herêma Kurdistanê  Rezaq anî serziman li ser vê mijarê nêrînên cûda cûda hene û got: “Tirkiye li dijî PKK’ê şer dike, pilan ji bo şerek din didayne armanca wê zelale. Ji ber van pêngavan Hewlêr, Bexda û Enqere lihev dicivin. Tirkiye dixwaze êrişê ser Şengalê bike, ev jî di demekî de ye ku  di êrişa xwe ya li ser Gare de bi serneket û  di navxweya Tirkiyeyê de bû rojeva sereke.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button