Li Saarbruckenê çalakî
Di vê navberê de li ewropa, taybet jî li elmanya çalakiyên piştgiriyê ji bo berxwedaniya li Şengalê dijî gef û êrîşên li ser civaka me didomin

Herî dawî li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê çalakiyek protestoyî pêkhat. Anf ragihand ku çalakî bi banga TAJÊ li pêşiya Eurûpagalerî ya Saarbruckenê Kurd û dostên wan hatin ba hev û êrîşên dagirker ên li ser Şengalê protesto kirine.
Di çalakiyê de hate xwestin ku bila dewletên Ewropayê û hikumeta Elmanyayê statuya siyasî ya Şengalê û rêveberiya xweser qebûl bike. Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bûye.
ÇAVKANÎ: ANF