Saziya Çand û Hunera Şengalê banga parastinê kir

Saziya Çand û Hunera Şengalê têkildarî gefên hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê bang li tevahiya gel û hunermendên Şengalê kir ku piştgiriya hêzên parastinê bikin

Daxwuyanî li bajaroka Xanesorê hate dayîn bi tevlîbûna Endamên Saziya Çand û Hunera Şengalê. Endamên saziyê têkildarî gefên hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê û îradeya Şengaliyan daxuyanî dan.

Endamê Rêveberiya Saziya Çand û Hunera Şengalê Azad Hisên daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya hunermendên Şengalê hate kirin ku li kêleka şervanên xwe cih bigirin. Di berdewamiya daxwuyaniyê de wiha tê gotin: “Di dîrokê de her kes dizanen bi sedan ferman û êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve li ser civak û çanda me hatine pêkanîn. Îro Iraq û hevalbendên wê jî dixwazin me tine bikin. Di bin serweriya Iraqê de em rastî qirkirinê hatin û tiştên me yên herî pîroz hatin talankirin. Li şûna Iraq û PDK lêborînê ji gelê Şengal û dayîkên Şehîdan bixwaze diçe bi ewleta Trik re pilanan li ser civaka Êzidî dimeşînin. Ev yek bi ti awayî nayê pejirandin. Em bang li tevahiya gelê xwe û hunermendên Şengalê dikin ku piştgiriya bibin hêzên xwe yên parastinê. “

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku eger destekê bidin Xweseriya Şengalê wê hemû pêkhateyên Şengalê bi azad li ser xaka xwe jiyan bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button