‘Heya dawî parastin û berxwedanî’

Jinên Şengalê jî peymana ser Şengalê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de hatî îmzekirin nas nakin û dibêjin ew ê heya dawî Şengalê biparêzin

Bertekên jinên Êzidî yên li dijî peymana ser Şengalê ku 9’ê Cotmeha 2020’an, di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de hatî îmzekirin berdewam dike.

Jinên Êzidî ku ji jinha re axivîne destnîşan dikin ku ewê ti daxwazên vê peymanê pêk neynin û bang li Hikûmetên Iraq û hikûmeta Başurê Kurdistanê jî kirin ku li hember gelê Êzidî bi berpirsiyarî tevbigerin û daxwazên xelkê me qebûl bikin.

Civînek hevpar ji hêla Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve hate li dar xistin. Di civînê de, jinan tim û tim êrîşa DAİŞ’Ê a 3’ê Tebaxa 2014’an bi bîr xistin û gotin, “Hêzên ku wê demê me neparastin ti gotinêk wan ya li ser Şengalê tune ye.” Li aliyê din, çalakiya gelê Şengalê ya parastina hêzên Asayişa êzidxanê ya ku îradeya xwe nîşan bidin dane destpekirin hîn berdewame.

AXİN ÎNTÎKAM: EM Ê PARASTİNA ÇİYAYÊN XWE Û GELÊ XWE BİDOMÎNİN

Di civîna ku ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) ve hatî li dar xistin, ji  Endamên Fermandarên YJŞ Axîn Întîkam û êndamên  TAJÊ  axaftin kirin. Axîn Întîkam peymana Hikûmeta Iraqê ya bi Herêma Kurdistanê re ya di derbarê Şengal de bi bîr xist û got: “Daxwaza Hikûmeta Kazımi ya ji bo çiyayan, cihê pîroz ê Êzîdiyan û Çekên di destê hêzên parastinê de dilopê dawîn e. Ev nêzîkatî dijminatî ye. Xwaz kirina  çek dayina  şervanekî ku  ji bo parastina van axan  soza dayê  heqeretê mezinê. Heya nîha  me serî li ber gef û êrişên li dijî Şengal netewandiye û wan ji ev  biryarbûna me dizanin. Em wekî zarokên van axan niha û pê  ve parastina çiyayên xwe û gelê xwe bidomînin. Hemû kes li hemberî berxwedana jinan re îtifaqa di navbera Bexda- Hewlêr û Tirkiyê ye niha de winda kiriyê. “

IRAQ  Çİ Jİ ME DİXWAZE?

Piştî Axin Întîkam, kesên beşdarî civînê bûn li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axaftin kirin.

Kine Xidira ku ew 7 sal in hewl didin ku birînên xwe derman bikin got; “Hikûmeta Iraqê rojek jî li rex me nesekinî. Miriyên me yên li çiyayan ji hêla gur û çûkan ve hatin xwarin û xera bûn. Em niha ji  herderê ku gav davejîn dengê qêrîna jinên Êzidî dibihîzin. Bi hezaran mirov li ber çavên me hatin qetilkirin, bi hezaran jin ji hêla endamên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Em niha dipirsin hingê hukûmeta İraqî li kuderê bû?  We ji bo birinên me yên xwînrijîn baş bikin  çi kir? Ew tiştek nakin û her roj hebûna me li Şengalê tehdît dike. Ew çi ji me dixwazin? ”

Jinên Şengalê bal kişandin li ser dixwazên wan ên  bi polîtîkayên taybet ên ku dixwazin Şengalê  ji mirovan xalî bikin û wiha pêde çûn;” Ferqa van nêzîkatiyan ji  fermanên ku li ser Êziyan hatî nine.”

Nafya Meşu jî got; “Em ne jinên 6-7 sal berê ne. Bila ew zanibin ku em ê tu carî serî li koletiyê nadeynin.

Nafya Meşû jî bi van gotina diyarkir ku ew vê peymana di navbera Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi rêya Şengal hati çekirin qebûl nakin û ew ê wekî jinên Êzidî li ber xwe bidin.

Çİ ÇEBİBÛ?

“Peymana ser Şengalê” di navbera Hikûmeta Iraqê û KDP’ê ve di 9‘ê  Cotmeha 2020’an de hat îmzekirin. Li gorî peymanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengal dê were hilweşandin, hêzên ewlehiyê bêçek kirin û nuqteyên kontrolê ji hêzên leşkerî yên Iraqê re werin veguhertin. Lêbelê, Şengaliyan diyar kir ku ew vê peymanê qebûl nakin û bi dirûşma “Em hemî asayiş in” dest bi çalakiya kon vedanê kirin. Çalakiya kon vedanê di roja 114’emîn de didome.

ÇAVKANÎ: SITÎ ROZ-ELMAS NAYIF-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button
Peywendî deynin