‘Em ê zarok û çiyayên xwe biparêz in’

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi saziyên xwe re civiya, di civînê de nûnerên YBŞ û YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxanê, PADÊ û TAJÊ, rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê jî amadebûn

Piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş biryara xwe ya berxwedanê ji  raya giştî re ragihandîbû.

Jinên Şengalê jî li dijî gefan bi daxuyaniyekê biryara berxwedanê eşkere kirin û ragihandin ku dê parastina zarok û çiyayên xwe bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda û diyar kir ku dê li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Sîham Şengalî ve hate xwendin de wiha tê gotin: “Em weke jinên Êzidî heya dawî emê axa xwe biparêzin. Ger pêwîst bike emê bi zarokên xwe re li beramberî êrîşkaran berxwedanî û şer bikin. Em civakê Êzdî bi dehan ferman li ser me re derbas bûne û hatine qetilkirin, xwestin me qir bikin lê negihêştin armancên xwe. Ji ber girêdana me bi bawerî û çanda me heye em gihêştin vê astê ji berxwedanê. Heya fermana 74’an civaka me bê rêxistin hatibûn hiştin di wir de em hatin esîr kirin û di bazaran de jinên me ji aliyê DAIŞ’ê hatin firotin.”

Sîhem diyar kir ku ewê serî li hemberî tu cure êrîşan nedanin û wiha domand: “Piştî fermana 74’an ku Şengal  ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hate rizgar kirin. Me xweseriya xwe ya demokratîk sazî û dezgehên xwe yê sivîl û leşkerî avakirin. Kar û xebata me li ser esasê Şengalek xweser û serbixwe tu kes serweriya xwe li ser nede meşandin, bû. Xweseriya Şengalê hêşt koçberên ji derve carek din berê xwe bidin xaka xwe ya pîroz. Ev xweserî ne li gor berjewendiyên hikûmetên desthiladar bûn, loma rû bi rû dihêlin em rastî pilan û lîstokên bên. Daxwaza wan ewe hêzên me yên leşkerî tesfiye bikin lê bi bertekên dayik û ciwanên berxwedêr ev plan vala derxistin. Herî dawî jî artêşa Iraqê daxwaz dike derbasî çiyayên me yên pîroz bibe û hêza me li wan deran tune bike. Em van helwestan û parçekirina rêxistin û xweseiya Şengalê şermezar dikin. Çiyayên Şenagalê pîrozin û hebûna me temsîl dikin ew cihên parastina me ne, em qebûl nakin hêzên ji derve dest dirêjî hebûna me bikin. Em ji bo Şengalek azad û serbixwe banga piştevaniyê dikin. Em bi aşîtî û aramiyê dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin ji ber em miletek aştîxwazin lê yên ku êrîşî li ser nirxên me bikin emê jî bertekên xwe nîşan bidin. Em jinên Şengalê bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dev ji êrîş û tehdîtên xwe berde, lê ger ew di biryara xwe de bi îsrar be em ê jî çek rakin li ser bigirin û mil bidin hev parastina xak û çiyayên xwe li berxwe bidin û şer bikin.”

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button