Êzidî: Peymanê pêşî li ber êrîşan vekir
Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku demeke dirêj e li Şengalê rojnamegeriyê dike, rewşa Asayîşa Êzîdxanê, bertekên gel ên li hemberî hikûmeta Iraqê û PDK'ê û hevdîtînên di navbera MXDŞ'ê û rayedarên Iraqê ji ajansa Mezopotamya re nirxandiye
Rojnameger Îbrahîm Êzidî derbarê geşedanên dawî yên li Şengalê de anî ziman ku dema ku li Şengalê Asayîşa Êzîdxanê hat avakirin tu hêz tune bûn û got: “Li Mûsil û Iraq rêxistinên çekdar ên eşîretan hene. Van êşiran bi çekdarî xwe bi rêxistin kiriye. Çima Iraq naçe wan hêzan dernaxe?”
Ji roja ku hikûmeta navendî ya Iraq û PDK’ê peymana Şengalê di navbera xwe de peymana Şengalê îmze kirine, êrîş, gef û zextên li ser Şengalê zêde dibin. Di 10’ê Adarê de, hikûmeta Iraqê û PDK’ê xwestibûn ku di 24 saetan de Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê derkeve. Li gel vê daxuyaniyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî civîneke awarte li dar xistibû û li dijî van gefan meşeke bi girseyî pêk anîbû û Asayîşa Iraqê jî bi maşinayên zirxî pêşî li ber meşê girtibû û xwestibû asteng bike. Lê tevî hemû astengiyan jî şengalî meşiyabûn û bi sekna xwe ya berxwederî bersiva gefan dabûn. Piştî vê meşê êrîşên li ser Şengalê hatibûn sekinandin.
‘PEYMANÊ RÊ LI BER ÊRÎŞAN VEKIR’
Rojnameger Îbrahîm Êzidî anî ziman ku li başûr hêzên demokrasîxwaz ji ber vê peymanê nerazîbûnên xwe nîşan didin û got: “Êrîşên li dijî Şengalê beriya peymana Şengalê jî hebûn. Ev êrîş bi awayekî girtî pêk dihatin. Bi rêbazeke nû plan dihatin meşandin. Li dijî her êrîşekî li hemberî Şengalê raya giştî bêdeng bû. Ew dema ku hemû cîhan bêdeng bû, me texmîn kir ku wê bi planên cuda êrîş bikin. Ev bêdengî amadekariyên peymanê û amadekariyên qirkirineke nû bû. Partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û Iraqê li hemberî vê peymanê nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Ev peyman, peymana ku di navbera Mistafa Kazimî û malbata Barzanî de pêk hatiye. Her kes dizane ku ev peyman bi zext û gefên dewleta tirk hat îmzekirin. Bi vê peymanê pêşî li ber êrîşan hat vekirin. Ev peyman, civaka Êzidî û pêşeroja Êzidiyan ber bi xetereyê ve dibe. Li gorî xalên peymanê hêzên çekdar, dê ji bajêr bên derxistin û Meclîsên Gel jî dê di bajêr de bên tunekirin. Dema ku mirov li xalên vê peymanê dinêre, mirov dibîne ku ev peyman li gorî ziman û daxwaza tirkan hatiye nivîsîn. Ji ber vê yekê jî Êzidiyan ev peyman qebûl nekir û li hemberî vê sekînin. Di peymanê de bi tu awayî maf nedane Êzidiyan û vîna Êzidiyan bi tu awayî nehatiye naskirin. Li hemberî vê bi awayekî rêxistinî bertek çêbûn. Ew bertek ji wê rojê heta îro bênavber didomin. Ne tenê Êzidî, hemû pêkhateyên başûr li hemberî vê peymanê daketin qadan. Tevî van bertekan jî, ev peyman hîn jî nehatiye betalkirin. Lê belê bi saya van bertekan heta niha jî nikarin vê peymanê li Şengalê pêk bînin.”
‘ISRAR DIKIN’
Ezidî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya avakirina Asayîşa Êzîdxanê û diyar kir ku derxistina Asayîşa Êzidxan tê wateya fermaneke nû û wiha domand: “Piştî ku ev peyman ji hêla Şengaliyan ve nehat qebûlkirin, êrîş zêde bûn. Bi awayekî aşkere êrîş kirin. Di destpêkê de dewleta tirk xwe ji vê peymanê dûr girt. Lê çawa ku Êzidî li hemberî vê peymanê sekinîn, dewleta tirk ragihand ku heger hikûmeta Iraqê peymanê pêk neyne ew ê mudexeleyî Şengalê bikin. Dewleta tirk li ser Şengalê çi difikire ku di pêkanîna peymanê de gef li her du aliyan dixwe? Dijminên dîrokî yên civaka Êzidî vê peymanê ji xwe re weke fersendekî dibînin. Bi vî awayî dixwazin ku civaka Êzidî tune bikin. Êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê peymaneke bi vî awayî bû. Di wê pêvajoyê de jî, di navbera dewleta tirk, çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya PDK’ê ev peyman pêk hat, lê vala derket. Niha di bin navê qanûnê de dixwazin li Şengalê qirkirinekî pêk bînin. Di pêkanîna vê peymanê de bi israr in. Herî dawî jî destavêtin li ser Asayîşa Êzidxanê. Hêza Asayîşa Êzîdxanê ne Haşdî Şabî ye û ne jî tu hêzeke ji derve ye. Ev hêz ji zarokên Êzidiyan pêk tê û hêzên vê civakê ne. Ji derveyî zarokên Êzidiyan tu hêzên din tune ne. Berî Asayîşa Êzidxanê, kesî êzidiyan neparast. Heya ku asayîş tune bû jî li Şengalê di warê ewlekariyê de valahiyek hebû. Ji ber tunebûna ewlekariyê ev hêz hat avakirin. Lê niha bi rêbazên cuda dixwazin hêza Ezîdxanê tune bikin.”
‘ARMANCA PERGAL E’
Rojnameger Îbrahîm Êzidî anî ziman ku divê hikûmeta Iraqê pêşî bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re têkildar be û da zanîn ku bi êrîşkirina Şengalê dixwazin rojeva heyî biguherînin û got: “Di demên dawî de dema ku gefên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê zêde bûn, nêzikî 20 hezar hêzên Haşdî Şabî li derdora Şengalê hatin bicihkirin. Ne tenê di Şengalê de, li seranserî herêmê bi cih bûn. Di Mûsil û Iraqê de rêxistinên çekdar ên eşîretan hene.Van eşîran bi çekdarî xwe bi rêxistin kiriye. Çima Iraq naçe wan hêza dernaxe? Hemû pirsgirîkên di Iraqê de dane aliyekî û berê xwe dane Şengalê. Dixwazin hemû pirsgirîkên ku di Bexdayê û derdora wê de hene di Şengalê de çareser bikin. Ji ber wê jî 24 saet dem dabûn Asayîşa Êzidxanê ku ji nava bajêr derkeve. Lê Asayîşê qebûl nekir û dê qebûl neke jî. Di daxuyaniyan de xwerêveberiya xweser da aşkerekirin ku ev pirsgirêk wê bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Kî êrîşî vê hêzê bike dê bersivê bidin. Ji ber ku ev hêz ji bo parastina civaka Êzidî hatine avakirin. Ev pergala ku niha di Şengalê de hatiye avakirin Êzidiyan ji koletiyê, bindestiyê û fermanê xelas dike. Heger Asayîşa Êzidxan ji bajêr derkeve wê demê xeterî hem li ser civaka Êzidî û hem jî li ser saziyên xweser çêdibe. Heger îro hêzên parastina civaka Êzidî tune bin, sibê rêveberiya xweser û bi giştî civaka Êzidî wê rastî êrîşên çekdarî were. Pergala ku hatiye avakirin di hedefa hemû dijminên Êzidiyan de ye.”
‘GEL ARMANCA ÊRÎŞAN PÛÇ KIR’
Êzidî bilêv kir ku aliyên ku peymana Şengalê îmzekirin dixwazin ku bi rêbazên cuda li herêmê qirkirineke girseyî pêk bînin û wiha dom kir: “Yek ji xalên sereke yên xweseriya demokratîk aliyê wê yê xweparastinê ye. Ji ber vê jî dixwazin hêzên Asayîşê tune bikin û piştî wê jî her roj bi navê qanûnê êrîşan pêk bînin. Di heftaya herî dawî de hin geşedan çêbûn. Wê roja ku xwestin êrîşî Asayîşê bikin, gel Asayîşa hikûmeta Iraqê nas nekir. Li tevî hemû astengiyan bi pêşengiya dayîkan gel xwe gihand Şengalê. Bi hezaran Êzidî daketin qadan. Di wê rojê de hikûmeta Iraqê hemû çekên xwe yên giran di derdora Şengalê de bi cih kirin û dixwestin ku êrîşî Şengalê bikin. Lê gel bi daketina qadan li hemberî vê hewldana şer sekinî û bersiva wan da. Armanc ew bû ku gel ji Asayîşê qut bikin û bikevin Şengalê. Lê ev plan hat pûçkirin.”
‘ÊRÎŞÊN LI SER ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ HATINE SEKINANDIN’
Rojnameger Îbrahîm Êzidî, da zanîn ku hevdîtinên rêvberiya xweser bi hikûmeta Iraqê re didom in û dibe ku ji nişkave hin tişt biqewimin û bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: “Niha di navbera rêveberiya xweser û berpirsyarên Asayîşa Êzidxan û rayedarên Iraqê de hin danûstandin hene. Çend saet dane Asayîşê, lê belê çend roj di ser re derbas bûn. Ew jî fêr bûn ku heger êrîşek pek were wê bersiv bê dayîn. Ji ber vê hikûmeta Iraqê bi paş de gav avêt. Di hevdîtinên herî dawî de jî, yên bi rêveberiya xweser re hatin kirin, daxwaza çareserkirina bi rêya diyalogê, ji hêla berpirsyarên hikûmeta Iraqê ve jî hat erêkirin. Daxwaza Şengalê ew e ku Asayîşa Êzidxanê di çarçoveya qanûnên Iraqê de li nava bajarê Şengalê bimîne û parastina deskeftiyên êzidiyan bike. Ev daxwazî bi awayekî nivîskî ji wan re hatiye şandin. Berpirsyarên Iraqê jî ragihandin ku ew ê van daxwazan bigihînin Bexdayê ku bersivek ji wan re bê dayîn. Bi vê rêbazê niha êrîşkirina li ser Asayîşa Êzidxan hatiye sekinandin. Niha bi giştî dest jê bernade ye. Niha li çend cihan hêzên Asayîşa Êzidxanê û hikûmeta Iraqê li beramberî hev sekinîne. Îhtimal heye ku ji nişka ve şer çêbibe. Çi dibe bila bibe, Asayîşa Êzidxanê amade ye.”
ÇAVKANÎ: ZEYNEP DURGUT-MAHMUT RUVANAS-AJANSA MEZOPOTAMYA