Li şengalê civîna awarte pêkhat

MXDŞ îro careke din bi tevlîbûna nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên hemû rêxistinên civakî ji bo nirxandina gefên li ser Şengalê bi awayeke awarte li Şengalê civiya

Tevî hemû daxwazên pêkhateyên Şengalê û civaka me jî hikûmeta Iraqê û PDK di peymana Bexda Hewlêrê ya ji bo têkbirina destkeftiyên Êzîdiyan de israr dikin. Hikûmeta Federal a Iraqê ku ji YBŞ’ê re ragihandiye divê ji çiyayê Şengalê derkeve û asayîşa Êzîdxan jî ji nava bajar derkevin.

Hate hînbûn ku mijara sereke ya civînê ev destwerdanên artêşa iraqê û ferzkirina wan ya ketina çiyayên Şengalê, heman demî peymana 9’ê cotmehê û gefên dewleta tirk ya dagirker û politikayên pdk li ser herêmê tê nîqaş kirin.

Li gora xebatkarên radyoya dengê Çira Şengal bi xwe ji navenda mere ragihandiye civîn ji aliyê hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratik ya Şengalê Hiso Îbrahîm û Xezal Reşo ve hatebirêve birin. Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Îbrahîm ve hate pêkanîn.

Heman demî nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên hemû rêxistinên civakî di civînê de amade ne.

Di civînê de tê armanc kirin kû biryarek hevbeş li dijî êrîş û gefên ji derve bê girtin.

MXDŞ wê encam û biryarên di civînê de werin girtin, bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere bikin.

Show More
Back to top button