YRJ’ê rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

Bi boneya salvegera rojnameger Nûjiyan Erhan Yekîtiya Ragihandina Jin daxuyaniyeke niviskî weşand

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ji bo bîranîna rojnameger Nûjiyan Erhan a di 22’ê Adara 2017’an de dema li ser erka xwe bû li Şengalê hedef hatî girtin û şehîd xistin daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî wihaye: “Di 3’ê Adara 2017’an de di encama êrîşa komên çekdar ên girêdayî PDK’ê li dijî bajarokê Xanesorê ya Şengalê, Rojnameger Nujiyan bi giranî birîndar bibû û di 22’ê Adara 2017’an de jî şehîd bû. Rojnameger Nûjiyan ji bo dîmenên êrîşa bikşîne û kiryarên ku li hemberî civaka me ya êzidî diqewime raghîne, bi  berpirsyariya rojnamegereke xwedî lêgera rastiyê berê xwe dabû cihê ku êrîş lê pêk dihat. Di oxura vê yekê de piştî têkoşîneke 19 rojan li hemberî rewşa birîndariya giran şehîd bû. Em di salvegera 4’emîn a şehadeta hevreya me ya rojnamevan û têkoşer Nûjiyan Erehan de, bi rêzdarî wê bibîrtînin û di şexsê hevrê Nûjiyan de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîrtînin.

Hîn jî dengê Nujiyan, gotin û helwesta wê li hemberî bê edaletiyê, neheqiyê, dagirkerî û desthilatdariyê di xebatên me yê ragihandinê de mînakeke şênber e. Hevrê Nûjiyan Erhan bibû dengê civaka Şengalê, li Êzidxanê bi pênûs, wênegir û kameraya xwe ne tenê hovîtiya li ser Êzidiyan, bi taybetî  hovîtiya li ser jinên êzidî pêk hatî nîşan dida û her dem li eniyên pêş berxwedana jinên êzidî dida pêş. Hevrê Nûjiyan li kuderê ba jî heman heman berpirsyarî dida nîşandan.

Em di wê baweriyê de ne ku heta têkoşer û rojnamevanên xwedî lêgerîna jiyana azad mîna hevreya me Nûjiyan Erhan hebin, ew ê şopdarên wê jî di her demê de wê bidin jiyan kirin. Çawa Nûjiyan Erhan bû şopdara Gurbetan, em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê, lêgerînerên jiyana nû û bibin Nûjiyan. Weke YRJ em soz didin ku rastiya xwe ya di têkoşîna azadiya gelan û jinan de pêk bînin.”

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button