‘Li piştpeymanê armancên hêzên navxweyî û derve hene’

Rojnamevan û Derhênera Lubnanî Nebîle Xusîn têkildarî lihevkirina 9’ê Cotmeha 2020’an a Bexda-Hewlêr ya li ser Şengalê ji Rojnews’ê re axivî û da zanîn ku îradeya gel û diyarkirina çarenûsa mafên wan armanca hemû lihevkirinane

Her wiha îşaret bi wê yekê jî kir ku armanca lihevkirina Bexda-Hewlêr ya li ser Şengalê jî vegerandina desthilata wan ya li ser deverê ye.

Nebîle Xusîn da zanîn ku hertim îradeya gelan û diyarkirina çarenûsa mafên wan armanca herî dawî ya hemû lihevkirina ye û diyar kir ku lihevkirina Bexda-Hewlêr ne li ser daxwazên gelê me pêkhatiye. Her wiha bal kişand ser ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de gelê me gelek êş kişand, ne hêzên Iraqê ne jî hêzên pêşmerge wan neparastin.

Rojnamevan û Derhêner Nebîle  Xusîn destnîşankir ku nabe ku her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê îradeya civaka me paş guh bixe.

Nebîle got; “Piştî ku komkujî bi serê Êzidiyan hat, êdî ji bo Êzidiyan derket ku pêwîstî bi avakirina hêzek taybet a Êzidiyan heye. Her wiha îdareya Rêveberiya Xweser avakirin, ji bo gelê Êzidî carek din bi komkujiyan re rûbirû nemînin. Li vê derê tirsa hemû aliyan ewe ku PKK cihê wan bigre. Dema mirov li trajediya ku bi serê Êzidiyan hatî dinêre, ne giringe kî piştgiriyê dide Êzidiyan. Ya giring ewe ku metirsî ji wan were dûrxistin û rê neyê dayîn komkujî bi ser Êzidiyan de dubare bibe. Lê bi behaneya pêkanîna ewlehiyê  her du hikûmet dixwazin carek din dest bi ser deverê de bigrin. Ev ne hişmendiyeke raste.”

Di dawiyê de jî Rojnamevan Nebîle Xusîn da zanîn ti guman têde nine ku li pişt vê lihevkirinê  armancên hêzên navxweyî û welatên derdorê hene. Hemû dixwazin desthilata xwe ya li ser deverê çêkin. Yek ji van hêzan jî dewleta Tirk e ku dixwaze destê xwe bigihîne deverê.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button