‘Em ê xewn û xeyalên Nûjiyan Erhan cîh bînin’

Rojnamevan Yaser Elyas ji bo bîr anîna Nûjiyan Erhan ku hevrêyek wê yê kar bû got “Em ê wek hewrên wê yên rojnemevan li ser şopa Şehîd Nûjiyan bi meşîn û em ê xeyal û xewnên wê cih bînin”

Di 3’yê Adara 2017’an de çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj êrişî bajaroka Xanesor a Şengalê kirin. Di êrîşa destpêkê ya 3’yê Adarê de Rojnamevan Nujiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) ku li wê deverê rewşê dişopand, birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22’yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bibû.

Rojnamevan Yaser Elyas ji bo bîr anîna Nûjiyan Erhan ku hevrêyek wê yê kar bû diyar kir ku xeyal û xewnên Şehîd Nûjiyan ew bû ku civaka Êzidî li Şengalê bibe xwedî ragihandinek azad ku bikarîn her kêliya jiyanê de êş, berxwedan û kêfxweşiya civaka xwe em bigihînin cîhanê.

Rojnameger Yaser Elyas wiha got: “Em ê wek hewrên wê yên rojnemevan li ser şopa Şehîd Nûjiyan bi meşîn û em ê xeyal û xewnên wê cih bînin.”

 

‘Ji bo me bû dengê hêviyê’

Yaser Elyas diyar kir ku Şehîd Nûjiyan bi kamereya xwe û bi wêneyên xwe ji bo civaka Êzidî bû hêviya jiyanek azad û wiha pêde çu:”Em di serî ji bo malbata hevala me Nûjiyan Erhan sersaxî dixwazin, di şexsê Hevrê Nûjiyan de hemû şehîdên çapemeniyê û hemû şehîdan bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Dema ku mirov behsa rêheval Nûjiyan Erhan bike, divê mirov behsa çawa hat li ser vê axê û çawa hat Şengalê bike. 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê dewletên zirhêz, dîsa ji aliyê hinek hêzên Iraqê û hêzên PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe çeteyên DAIŞ’ê ajotin ser Şengalê û Êzidiyan. Ji xwe ji bilî gerîla kes bi hewara Êzidiyan ve nehatin. Rêheval Nûjiyan Erhan jî piştî wê Fermanê bi kameraya xwe hat Şengalê û ji bo civaka Êzidî û ji bo jin û zarokên Êzidî bû dengê hêviyê. Nûjiyan Erhan êş û azarên civaka Êzidî di fermana 73’yan de ji destê çetên DAIŞ’ê dîtin, bi dîmen û wêneyên xwe li hemû dinyayê da naskirin û ji bo me bû dengê heviyê û lêgerîna jiyanek azad.”

 

‘Ji bo civaka Êzidî dengê heqîqetê bû’

Elyas da zanîn ku cara yekem wan ragihandina azad di şexsê heval Nûjiyan Erhan de nas kiriye û wiha domand:”Wê demê ez jî tevlî xebatên ragihandinê bûm. Heval Nûjiyan di hemû kêliyên xwe yên jiyanê de ji bo me mamosteyeke dilgerm û bi rûken bû. Her tevgera wê ya jiyanê li ser bingeha ka wê çawa di nava civaka Êzidî de ragihandina azad ku li ser şopa heqîqeta azad bimeşe çêbike. Hemû xeyalê wê ew bû. Ji bo wê gelek keda wê li ber me de çêbû. Heval Nûjiyan bi kamera xwe her kêliya jiyanê, di nava gel de bû. Dixwest hemû jiyana gel bi wêneyekê bû bi dîmenekê bigihîne dengê heqîqetê.”

 

‘Di her kêliyan de dixwest êşa civaka Êzidî bigîhîne dinyayê’

Elyas got ku Şehîd Nûjiyan bi kamîra xwe bû dengê civaka Êzidî û taybet bû dengê jinên Êzidî û wiha pêde çû:” Şehîd Nûjiyan bi kamara xwe bû denge civaka Êzidî û taybet bû denge jinên Êzidî ku ji komkujiyên qirkirinê xilas bibû. Herî zêde têkiliya wê bi zarokan re hebû. Wê demê zarokekî nemabû heval Nûjiyan bi kamera xwe nekişandîba. Ez bawer nakim di wê demê de kes mabe li pêşberî kamera heval Nûjiyan xwe xilas kirîbe. Dengê hemû kesê bû. Her kêliya biçûk a jiyana civaka Êzidî dixwest bigihîne dinyayê. Wek hevalekî rojnamevan di wêrektiya rojnamevaniyê ve û dîsa ji aliyê disîplîna kar de em pir tişt jê fêr bûne, ew ji bo me hêzekî bingehîn a karê rojnamevaniyê bû. Em ê ti car wê ji bîr nekîn.”

 

‘Em ê xewn û xeyalên wê cîh bînin’

Rojnamevan Yaser Elyas axaftina xwe wiha dawî kir:”Li Şengalê cara yekeme bingehê ragihandina azad bi keda heval Nûjiyan hate çêkirin. Ger ku îro em wisa li ser şopa heqîqeta ragihandina azad, dengê xwe digihînin dinyayê, bêguman di serî de bi keda hevala Nûjiyan, keda hevalên wê demê û dîsa keda Şehîd Agir û Rizgaran li ser me heye. Ger ku di van kêliyan de, li dijî xiyanetê û dijî pîlan û gefên li Ser Şengalê, em wisa dikarîn bibîn dengê berxwedana gelê xwe, dîsa bi saya kamera rêheval Nûjiyan e. Xeyal û xewnên heval Nûjiyan ew bû ku em di Şengalê de bibîn xwedî ragahandinekî azad ku em bikarîn her kêliya jiyanê de êş, berxwedan û keyfxweşiya miletê Êzidî bigîhînin heqîqeteke azad û dinyayê. Em ê wek hewrên wê yên rojnemevan li ser şopa Şehîd Nûjiyan bi meşên û em ê xeyal û xewnên wê cih bînin.”

ÇAVKANÎ: LEYLA LORÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button