Jinên Şengalê ji bo Nûjiyan xêr dan

Jinên ciwan ên piştî Nûjiyanê pênûs û kamereya wê rakirine û hewil didin bûyerên li Şengalê diqewimin ragihînin ji raya giştî re û her kesê jê hayîdar dikin çun ser mezela wê û xêr belav kirin

https://www.youtube.com/watch?v=hqu-uN_L0sA

Di 3’ê Adara 2017’an de PDK’ê êrîşî bajaroka Xanesorê kir. Di êrîşê de 10 şervanên YBŞ’ê zarokên gelê Êzidxanê jiyana xwe ji dest dan. Wê demê Rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku bûyer dişopand jî hat suyîkast kirin. Nûjiyan ji serê xwe birîndar bû û 22 yê Adara heman salê li nexweşxaneya Hesekê gihêşte şehadetê.

Welatiyên me yên Nûjiyan weke keça xwe dizanîn bi merasîmek girseyî ew li Goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan sipartîbûn axê. Şengaliyên me bi windakirina wê gelek bandorbûbûn her ku diçin goristanê teqez serekê li mezela Nûjiyanê jî didin.

Taybet jî jinên Şengalê rojnameger Nûjiyan Erhan a ku ji bo ku êş û serpêhatiyên civaka me bi cîhanê bide bihîstin berê xwe dabû Şengalê û di êrîşên 3’ê Adarê de hatîbû hedef hat girtin weke keça xwe dizanin û wek her sal îsal jî ji bîr nekirin. Îro ji bo rojnameger Nûjiyan Erhan xêr hate dayîn.

Ji jinên ciwan ên çun ser mezela Nûjiyan Erhan Sariya Îlyas ji jinha re axivî û bal kişand ser ku xelkê me her sal vê rojê xêra Nûjiyanê didin.

Sarya Îlyas diyar kir ku Şengalî Nûjiyanê weke keça xwe dizanin û her sal ji bo wê xêr didin û wiha domand: “Ev çar salin hevala me Nûjiyan Erhan ji nava me koç kiriye. Hevala me Nûjiyan Erhan ji çîyayên azad berê xwe dabu Şengalê û rastiya civaka me da diyar kirin. Nûjiyan dixwest rastiya jinên Êzidî ji cihanê re ragihîne. Em weke malbatek Êzidî her sal vê rojê ji bo Nûjiyan xêr didin. Nûjiyan ji bo malbata me û ji bo hemû Êzidiyan cudabû û ew keçek Êzidî bû. Ji bona rastîya vê civakê bide diyar kirin fermana me jiyan kirî xwest bide nişandan. 3 yê Adarê canê xwe feda kir. Hemû şehid rûnahiya çavê me ne. Bi rastî mirov ji bona Şehidên xwe çibike hina kême. Birayê min jî bi heval Nûjiyan re bû, bi hev re birindar bûn. Dema dibe salvegera wê em her sal xêra wê çedikin.”

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button