Çalakiya xelkê me berdewam dike

Ev 43 rojin xelkê me li navenda Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê çalakiya konê berxwedaniyê

Ev 43 rojin xelkê me li navenda Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê çalakiya konê berxwedaniyê bi biryardariyek mezin didomîne. Çalakî li hemberî peymana Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê ku sazî, îrade û rêxistinbûna civaka me qebûl nake hatiye destpêkirin û bi kom bi kom serdanên xelkê me bi coşek mezin berdewam dike.

Xelkê me ye eli Şengalê dibêjin ku ewê ji bo xweseriya xwe heya dawî li ber xwe bidin.

Endama Meclîsa Jinan Nazê Seydo jî îro ji rojnews re axivî û got; “Li dijî peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an ku di navbera hikûmeta Iraq û Hewêrê li ser Şengalê hate îmzekirin, em di nava berxwedanê dene. Em bi ti awayî vê peymanê qebûl nakin, berxwedana dayîk, ciwan û hemû xelkê Şengalê 43 roje dewam dike. Heya Iraq bersivek erênî nede, emê dev ji çalakiyên xwe yên rewa bernedin.”

Çalakiya ku bi kon vedana li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê destpêkiriye bi dirûşma “Em hemû asayiş in” bi biryardariyek mezin ji aliyê meclis û saziyên me yên Şengalê ve pêktê. Xelkê me diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Show More
Back to top button