Konê berxwedanê roja 106’an de ye

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destek dayîna Asayîşa Êzidxan û naskirina statûya Şengalê bi biryardariyek mezin li navenda Şengalê berdewam dike

Çalakî îro kete roja 106’emîn. Berxwedana xelkê me ku li dijî peymana Bexda-Hewlerê di 2’ê Kanûna 2020’an de destpêkirîbû bi biryardariyek mezin û xwedî lê derketinek mezin ya şêniyên Şengalê re berdewam dike.

Çalakiya bi dirûşmeya “em hemû asayiş in” tê meşandin û her roj komek nû re çalakî tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana çadira berxwedanê dikin û destek didin. Xelkê me diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Show More
Back to top button