Li Bîelefeldê çalakiya piştgiriyê

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê jî bi armanca xwedîderketina li berxwedana Şengalê û agahdarkirina raya giştî ya Elman ji bo 3 rojan kon hate vedan

Li gora anf ragihandiye Çalakiya konvedanê  ji aliyê Bîelefeld DKTM, Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), NAV-YEK û TCŞ’ê ve hatîye orxanîzekirin. Hate hînbûn ku çalakî wê 3 rojan dom bike.

Çalakiya dûh destpêkir îro jî berdewam dike. Dûh hema destpêkirina çalakiyê de axaftin hatin kirin û armanca çalakiyê hate ragihandin.

Axaftvanan wiha gotin: “Êrîşên li ser YJŞ-YBŞ û Asayîşa Êzidxanê tên kirin di heman demê êrîşên li hemberî hemû Kurdan e. Peymana ku di navbera PDK’ê û Kazimî de hatî çêkirin, bi ruxmê ku ji aliyê hemû Kurdan ve nayê pejirandin jî, fermanek nû û êrîşeke li hemberî destkeftên Êzidiyan. Bi peymana hatinî çêkirin Erdogan siyaseta xwe ya Osmanî pêktîne û êrîşên li ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi yek armancî tên kirin. Dewleta Tirk bi dagirkirina Şengalê dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike.”

Tê payîn ku çalakî sibê, roja pêncşemê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button