Desteya Serokeşîrên Şengalê banga lezgîn kir

Desteya Serokeşîrên Şengalê li ser belavbûna îddiayên derbarê Rêberê Gelên Azadîxwaz  Abdullah Ocalan de, bang li raya giştî kir da ku heya hevdîtin pêkwere, dev ji çalakiyên xwe bernedin

Desteya Serokeşîrên Şengalê îro li nehiya Sinunê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Hisên Hecî ve hatî xwendin de, bang li raya giştî hate kirin da ku heya xeberek ji Rêber Apo were girtin, dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hatine gotin:

“Em wek serokeşîr û kesayetên Şengalê xwe deyndarê Rêber Apo dibînin.  Di vê dema dawî de agahiyên  cuda li ser  jiyana Rêber Apo tên belavkirin. Civaka me ya Êzidî bi felsefeya Rêber APO ji dema fermanê de xwe bi rêxsitin kiriye. Gelê me vegeriya ser axa Şengalê, civaka Êzidî bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kiriye û li xwe xwedî derdikeve.

Em bang dikin, divê di demek zû de derfeta hevdîtinê ya bi Rêber Ocalan re were dayîn. Bi milyonan mirov li benda agahiyek ji Rêber Apo ye, nêzîkatiya li hember Rêber Apo di ti yasayên cîhanê de nînin û nekarekî mirovaneye. Em weke civaka Êzidî û gelên Şengalê, heya azadiya Rêber Apo emê di nava çalakiyan de bin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button