Li Xanesorê tecrîd hate şermezarkirin

Sazî û Rêxistinên Xanesorê jî ji bo tendurîstî û agahiyek ji rewşa Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan bigirin daxuyanî dan û diyar kirin ku kilîla çareserkiriyê azadiya Rêber Apo ye

https://www.youtube.com/watch?v=KzOpt-UXIN4

Çalakiyên ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bigirin û tecrîdkirina tecrîdê bênavber didomin.

Di vê çarçoveyê de Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê û saziyên wê li ser rewşa tenduristiya Rêber Ocalan bi daxuyaniyekê banga lezgîn kirin.

Daxuyaniya li ser navê sazî û rêxistinên Xanesorê ji aliyê Mamosta Nisrîn Şengalî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Rêber Apo 23 sal in di nava 4 dîwaran de tê girtin. Armanca dijmin tinekirina fikir û felsefeya Rêber Ap ye. Em weke ciwana Êzidî vê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Yê ku karî civaka Êzidî bike xwedî vîn û rêxistin Rêber Apo bû. Li ser vî bingehî em bang li her kesên aştîxwaz û demokrat dikin ku azadiya Rêbertiyê bikevin nava hewildanê. Em azadiya Rêbertiyê weke kilîla çareserkiriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dibînin. Di van salên dawî de rê nayê dayîn ne parêzer ne ji malbata Rêber Apo pêre hevdîtinê bike. Weke civaka Êzidî em jî ji rewşa tenduristiya Rêbertiyê bi guman in. Lewma bang li raya giştî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku pêre hevdîtin pêk were.”

Daxuyanî bi dirûşmeya, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button