TAJÊ Nazê Nayîf û hevalên wê bibîranî

Bi pêşengiya TAJÊ’ê jinên Şengalê ji bo bîranîna Nazê Nayîf Qewala îro kombûn û daxuyanîyek dan. Jinan biriyardariya xwe ya şopandina rêya Nazê û hevalên wê dubare kirin

https://www.youtube.com/watch?v=aaKIPFNvApo

14’ê Adara 2017’an de hêzên hikumeta Federal a herêma Kurdistanê PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker dibin navê pêşmergên roj de xwestin xwe di bajarokê Xanesorê de bicih bike. Gelê herêmê ev yek nepejirand û li dijî sekinî. Ji berk u xelkê me raboriya PDK’ê ya kû gelê me di nav lepên DAIŞ’ê de hiştî bû weke îro li ber çavê xwe zindî didît. Ji bo wê gel nexwestin ji derveyî hêzên Şengalê kesekdin wan biparêze.

Welatiyên Şengalê û piştevaniya wan ji Rojavayê Kurdistanê jî hat û bi hev re li hemberî dagirkeriyê meşiyan. Hêzên PDK’ê meşa welatiyan gulebaran kir. Di encamê de Endama Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewala jî di navê de 10 ciwanên Şengalê şehîd ketin, gelek  welatiyên me jî birîndarbûn.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Pakize Celal nirxandin kir.

Pakize Celal diyar kir ku ewê weke jinên Şengalê her li pey şopa zarokên xwe bin û wiha domand: “Em ji bo salvegera keça xwe Nazê hatine mala wê. Di sala 2017’an de keça me Nazê ji ber xiyaneta PDK’ê û hevkarên wê bi 9 hevalê xwe ve hatin qetil kirin. Di 14’ê adarê de bi xayintî hatin û xwestin bi rihetî bê ku ked bidin li ser xwîna Şehîdên me rûnin. Me ev yek nepejirand weke gelê Şengalê em çûn û me nexwest ku tu pevçûn çêbibin. Ew ji bo êrîşê hatibûn, zarokên me yên nêzîkatiyên wan ên êrîşkar dîtin parastina me kirin. Ew bi çekên giran ser me de hatin û 10 zarokên me qetilkirin.”

“Ew roj weke fermanê bû”

Pakîze hevkariya PDK’ê bi hêzên dijber re bibîrxist û wiha pêde çu: “Hêzên wê demê di bin navê Pêşmergeyên Roj de bi hevkariya dewleta Tirk bi ser me de hatin. Wan armanc kiribû bikevin Xanesorê, ji mere ew roj jî weke Fermanê ye. Bi hêviya xweda û tawisê melek asayiş û hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê heya roja îro jî parastina me dikin. Hevala me Nazê jî weke me di nava meşê bû armanca hêzên dagirker. Em dayik tucaran hêzên dagirker li ser vê axê naxwazin. Piştî fermanê wana dûbare ferman bi me dan jiyîn. Em êdî bi tu awayî wan na pejirînin ser vê axê. Em ê bi zarokên xwe re parastina vê axê bikin.  Ew bi tu şêweyî qenciya me navên. Ew dixwazin me tûne bikin. Bi saya Şehîdên xwe em îro li ser vê axê dijîn. Em ê heya dawî Şopdarên wan bin. Tucaran Şehîd namirin serkeftin wê ya Êzidiya be.”

“Min jî şahidiya lehengî û îxanetê kir”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Niam Ilyas jî li ser bûyera Xanesorê ev tişt anî ziman: “Ez bi xwe jî di wê berxwedanê de bûm. Min Şahidiya lehengî û ixanetê kir. Ew roj ji me tevan re weke fermanê bû. Dibin navê pêşmergên Roj de mitên Tirkan û hevkarên xwe şandibûn. Dixwestin di Xanesorê de xwe bicih bikin. Ji xwe piştî fermanê bi saya hêzên em û Şervanên Rêber Apo Şengal rizgar bû. Wan dixwest dîsa gengeşeyê li herêmê çêbikin ji bo wê hatin. Li gel ku welatiyên Şengalê wan nedixwestin jî bi zorê dixwestin xwe bi cîh bikin. Di encamê de 10 zarokên me Şehîtketin. Emê şopdarê wan bin û li peyî daxwazên wan biçin.”

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button