‘Xelkê Şengalê wê dev ji têkoşîna xwe bernede’

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya TAJÊ Delîla Axîn diyarkir ku peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dijî îradeya Êzidiyane û dixwazin bi destê Iraqê peyman were bicih kirin

Axîn got ku wê xelkê Êzidî ticarî bê îradebûnê qebûl neke û wê jina êzidî di vê serdemê de, bi berxwedana xwe bibe îlhama têkoşîna jina Kurd ku niha pêşengtiya hemû jinên cîhanê dike.”

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Axîn li ser lihevkirina dinavbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de ji Rojnews re axivî.

Delîla Axîn destnîşankir ku ji 9’ê Cotmehê ve Iraq dixwaze peymana li ser Şengalê bicih bike, lê rastî berxwedana xelkê Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê tê. Delîla Axîn di dewama axaftina xwe de got ku gelek hêz hene dixwazin peymanê bicih bikin û wiha pêde çû; “Hêzên li herêmê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ji bo vê jî zextek mezin li Iraqê dikin. Dixwazin bi rêya Iraqê peymana 9’ê Cotmehê bicih bînin. Ev pîlanek dewleta Tirke û dijî Asayîşa Êzidxanê ye. Iraq jî li hemberî gefên dewletên herêmê, zextê li ser îradeya civaka Êzidî dike. Herî dawî 11’ê Adarê xwestin vê peymanê pêkbînin, lê rastî berxwedana dayîk, jin û xelkê Şengalê hatin. Gelê me di meşa xwe de bi israr bû û diyarkirin ku wê kes nekaribe me carek din bê îrade bike. Helwesta gelê Êzidî pir zelale û dev ji têkoşîna xwe bernade.”

Axîn got ku ji 9’ê Cotmehê ve bi rayedar û partiyên Iraqê re gelek hevdîtin çêbûne û got; “Her carê ji mere digotin, em qebûl dikin hêzek Êzidiyan heye, lê nabe ev hêz Êzidiyan li Şengalê biparêze. Ji bo me dibêjin hun ne fermîne, em jî ji bowan dibêjin fermî bûn çiye? Yên ku me di nava lepên DAIŞ’ê de hêlan û reviyan, îro ji mere dibêjin hun li ser axa xwe ne fermîne. Me carek din daxwazên xwe pêşkêşî rayedaran kiriye û em bê îradebûnê qebûl nakin.”

Delîla Axîn herî dawî got; “Gelê Êzidî dev ji xweseriya Şengal û îradeya xwe bernade. Bedel çi be bila bibe, em dev ji îradeya xwe bernadin. Wê jina êzidî di vê serdemê de, bi berxwedana xwe bibe îlhama têkoşîna jina Kurd ku niha pêşengtiya hemû jinên cîhanê dike.”

ÇAVKANÎ: LEYLA LORÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button