Ciwan li pişt asayîşa xwe ne

Ciwanên me bal kişandin ser daxwazên hikumeta Iraqê yên der barê derketina Asayîşa Êzîdxanê de. Cîwanan ev xwestek û gefên hikûmeta Iraqê red kirin û gotin “Asayîşa Êzîdxanê ji şêniyên Şengalê ava bû, dema ku hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê dev ji me berda û qîrîna jinên êzidî bilind dibû”

Ji dema ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Asayîşa Êzîdxanê Şengal ji DAIŞ`ê rizgar kiriye û ewlekarî li herêmê serwer bûne û êdî koçber vedigerin malên xwe, hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi koordînetiya dewleta Tirk dest bi pêkanîna komployên dijminane li dijî şêniyên me kiriye.

Bi domandina gefên dewleta Tirk re li dijî Şengalê û êrişên wê yên dubarekirî, hikumetên Bexda û Hewlêrê bi pêşengiya PDK`ê di 9`ê Cotmeha 2020`an de lihevkirinek girêdayî kar û barên ewlekariyê û rêveberî yên li Şengalê îmze kir. Ev yek beyî vîna şêniyên me pêk hat. Ji ber vê yekê civaka me vê lihevkirinê wek domandina fermanan bi nav kir.

Cîwanên me ji ANHA re axivîn û daxwazên hikumetên Iraq û PDK`ê ji bo derxistina Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê red kirin.

Ciwanê bi navê Qehtan Qîranî got: “Her du hikumetên Bexda û Hewlêr dixwazin siyasetên dewleta Tirk li Şengalê pêk bînin. Em dibînin ku ev daxwazên wan berdewama fermanên li dijî me ne. Asayîşa Êzîdxanê, di dema ku hêzên ku diviyabûn wê biparastina û di dema ku qêrîna jinên Êzidî bilind dibû û Şengal veguherî gula xwînê, ji cwanên wê ava bû ku xelk û axa xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û ew parastin.”

Hikumeta Iraqê îdia dike ku Asayîşa Êzîdxanê, ne rewa ne û di bin navê pêkanîna serdestiya Iraqê de divê ji Şengalê derkevin. Qîranî wiha bersiva vê yekê daye: “Êzidî vê hêzê rewa dibînin. Ew wan diparêzin û ji ciwanên civaka êzidî ava bû. Heke ciwanên Şengalê gelo dê ji ku derê derkevin?”

Qîranî destnîşan kir ku xelkê me qanûna Iraqê bin pê nekiriye, wan di çarçoveya mafê parastina rewa de ev hêz ava kirine û wiha domand: “Divê hikumeta Iraqê li devereke din li serdestiya xwe bigere. Baregehên dewleta Tirk li Iraqê pir in. Ji ber xetereya domdar a DAIŞ`ê tevlihevî li parêzgehên Iraqê heye. Em ne zaîf in ku siyasetên xwe li ser me tenê pêk bînin.”

Ciwanê bi navê Merwan Xwedêda  jî wiha got: “Ew hewl didin sînaryoya 2014`an li dijî me dîsa dubare bikin. Lê bi saya berxwedana bêhempa ya civaka Êzidî nikarin bendên lihevkirina xwe pêk bînin. Dixwazin bi tevahiya rêbazan vîna me bişikînin.”

Xwedêda  jî piştrast kir ku ewlekariya li Şengalê heye mîna wê li parêzgehên Iraqê yên din tune ye û wiha berdewam kir: “Lê ev yek ne li gorî hêzên dijber bû, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku zextê li hikumetên Iraq û PDK`ê dike da ku siyasetên xwe li dijî me pêk bîne, komkujiyan dubare bike, çanda me ya kevnar tune bike û kesên ku têkiliyan wan di kuştina êzidiyan de hebû, careke din di bin navên cuda de vegerîne Şengalê.”

Xwedêda di dawiyê de got: “Êzidî banga mafên xwe dikin. Em ji bilî YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê tu hêzeke din naxwazin. Baweriya me tenê bi van hêzan heye.”

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ANHA

Show More
Back to top button