Cardin daxwaza xelkê me pêşkêş kirin

Şandeya Şengalê cardin daxwazên xelkê me bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin. Rayedarên Iraqê jî gotin ku ewê van daxwazan ragihînin Bexdayê

Gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve îro dijî planên li ser herêmê meşeke girseyî lidar xist. Tevî astengiyan jî şêniyên me heta ber benda leşkerî ya artêşa Iraqê meşiyan. Piştî daxuyaniya ku li vir hate dayîn, şandeyek ji Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û ruspiyên Êzidiyan pêk dihat, bi rayedarên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Rojnews ragihand ku di hevdîtina ku li Navenda Leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Şengalê pêk hatî de, ji şandeya Şengalê Berdevkê Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Xebat Herbo, Berdevka TAJÊ ya Şengalê Neam Bedel û rusipiyên Êzidiyan amade bûn.

Hate hînbûn ku şandeyê di hevdîtinê de careke din bal kişandiye ser vîna gelê me. Endamên şandeyê diyar kirine ku wan dubare ji rayedaran re ragihandiye ku ew dest ji vîna xwe bernadin û dê li ser vê yekê bi israr bin.

Şandeyê her wiha da zanîn ku wan careke din daxwazên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêşî rayedaran kirine.

Endamên şandeyê destnîşan kirin ku rayedarên artêşa Iraqê jî gotine ewê van daxwazan ragihînin Bexdayê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heya niha gelek caran xelkê me bi vê rêbazê daxwazên xwe yên ji bo naskirina statuya Şengalê, naskirina sazî û parastina Şengalê anîbû ser ziman. Rayedarên Iraqê jî her car bersiva ku “yê van daxwazên mafdar bigihînin cihên peywendîdar” dane, lê belê piştî hevdîtin bidawî bûye ti gavek erênî nehatiye avêtin. Ji ber vê yêkê ev encama vê civînê jî xelkê me bi şik û guman dişopîne.

Show More
Back to top button