Asayîşa Êzidxanê gul li jinan belav kir

Asayîşa Êzidxanê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ber Konê Xwedîderketina li Asayîşê, gul û destmal li jinan belav kir uu 8’ê Adarê li wan pîroz kir

Berpirsê Asayîşa Êzidxanê Xalid Qasim, Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û endama Meclîsa Jinan a Navenda Şengalê Hemşê Reşo li ser 8’ê Adarê nêrînên xwe ji anf re anîn ziman.

Xalid Qasim 8’ê Adarê li jinan hemûyan bi taybetî jî li dayikên Şengalê pîroz kir û got, “Berxwedana çalakiya Asayîşa Êzidxanê jî bi saya dayikan û jinan heta roja îro hatiye. Dayikên me û jinên têkoşer, di berxwedana Asayîşa Êzidxanê de ku îro 96 roj in dewam dike, xwedî roleke mezin e ku bi şev û roj li ber xwe didin.”

Neam Bedel jî destxweşî li Asayîşa Êzidxanê kir û bi navê jinên Şengalê û Êzidxanê 8’ê Adarê li wan pîroz kir.

Hemşê Reşo jî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Asayîşa Êzidxanê pîroz kir.

Endamên asayîşê bi wesîleya rojê gul û destmal li jinan û dayikan belav kirin.

Show More
Back to top button