Desteya Eşayîrî ya Şengalê: Divê firqeya 20 hêzên xwe ji bajarê Şengalê bikişîne
Desteya Eşayîrî ya Şengalê ji ber provakasyona hêzên Iraqê, ji hemû aliyan xwest ku bi xwînsarî tevbigerin û banga, vekişîna hemû hêzên girêdayî Firqeya 20 ya artêşa Iraqê ji navenda bajarê Şengalê kir.

Desteya Eşayîrî ya Şengalê li ser rewşa awarte ya li Şengalê û provakasyonên hêzên Iraqê ya li Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê da û bang li aliyan kir, bi xwînsarî tevbigerin.
Daxuyaniya bi zimanê Erebî hate dayîn, ji aliyê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Mirad ve hate dayîn.
Dexîl Mirad bi navê desteya eşayîrî, xemgînî û fikara xwe ya ji rewşa aloz ya li Şengalê rûdaye anî ziman û got: ”Ji vê rewşa rû dide, em gelek xemgînin. Bang li hemû aliyan dikin bi xwînsarî tevbigerin û aloziya heyî rawestînin.”
Li ser êrişa dijî şervanên YBŞ’ê jî Dexîl Mirad diyar kir, divê rêz li hêzên dijî DAIŞ’ê berxwedane were girtin û dest ji pênaseyên ne hêja yên li van hêzan tê kirin were berdan. Pênaseyeke hêjayî wan kirin idi.”
Desteya Eşayîri xwest pirsgirêka navbera artêşa Iraqê û YBŞ’ê de bi rêya diyalogê were çareserkirin û axaftina xwe wiha bidome; ”Divê gelê me û hêzên me yên parastinê jî neyên provakasyonan. Ji bo aramiya herêmê hewl bidin. Em daxwaz dikin careke din aramî li herêmê serwer bibe.”
Dexîl Mirad di dewama axaftina xwede bang li Iraqê jî kir, çekên giran û hêzên girêdayî Firqeya 20’an a artêşa Iraqê ji navenda bajêr bikişîneû da zanîn, hebûna zêde ya hêzên eskerî tirsê di nava xelkê herêmê de çêdike.