Li Şengalê rewşa awarte: Gel li dijî artêşê di xwepêşandanê ye

Piştî êrişa artêşa Iraqê ya li dijî şervanên YBŞ’ê, ji serê sibehê ve navbera gel û artêşa Iraqê de alozî dewam dike. Artêşa Iraqê ji bo tepisandina nerazîbûnên gel yên bi armanca piştgiriya YBŞ’ê hêzeke zêde ya eskerî û çekên giran li navenda Şengalê bicih kiriye.

Piştî kemîn û êrişa artêşa Irakê ya li hember şervanên YBŞ’ê û birîndar bûna şervanan, ji tirsa xwepêşandan û nerazîbûna civaka Êzidî navenda Şengalê milîtarîzekiriye. Her serî kûçeyek tank û çekên giran, li gel bi sedan leşker û polîs hatiye bicîh kirin.

Serê sibehê gelê Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan ji bo protestokirina êriş û provakasyona hêzên Iraqê ji aliyê Şemalê xwestin biçin navenda bajêr, lê li Amûd hatin astengkirin. Girseya gel piştî berxwedana bi saetan karîn astengiya hêzên Iraqê hilweşînin û derbasê navenda bajêr bibin. Di van saetan de xelkê Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan ji Meclîsa gel a Şengalê destpêkê çûn taxa Yermûk (Hey Yermûk) ku şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn, bi dirûşman protestokirin û piştgirîdan berxwedana YBŞ’ê, paşê berê xwe dan navenda Emin El-Wetenî. Li navenda bajêr jî xwestin gel asteng bikin, lê nekarîn li ber nerazîbûnên gel bisekinin.

Hîn jî alozî li herêmê dewam dike. Bi taybet dayîk û jin nerazîbûn nîşan didin, piştgiriya xwe ji bo şervanên YBŞ’ê ku ji zarokên wan pêktê nîşan didin.

Ji şevê din ve Şengal dibin dorpêça leşkeri de ye, rêyên ketin û derketina navenda bajarê Şengalê hatine girtin.

Hîn bi navê fermandariya YBŞ’ê tu daxuyaniyek derbarê aloziyên ku rûdane de ne daye.

Show More
Back to top button