Desteya Eşayîrî ya Şengalê ji bo naskirina hêzên parastinê yên Şengalê bang kir

Desteya Eşayîrî ya Şengalê bang li Serokwezîrê Iraqê kir, hêzên parastinê YBŞ, Asayîşa Êzidxanê weke hêzeke fermî ya Iraqê nas bike û got: “Em bang li ciwanên xwe dikin, hêzên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê mezin bikin û ji Iraqê jî dixwazin, ev hêzên me yên parastinê ku ji zarokên me pêktên û parastina herêma me dikin, weke hêzeke Iraqî nas bike.’

Îro Desteya Eşayîrî li navenda xwe ya sereke ya Şengalê têkildarî naskirina Iraqê ya hêzên parastinê ya Şengalê ku ji YBŞ û Asayîşa Êzidxanê pêktê, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Mirad ve bi zimanê Erebî hate dayîn.

Dexîl Mirad destpêkê rewşa li herêmê û di asta navnetewî de rû dide bibîr dixe û dibêje: “Em bûyer û pêşketinên navnetewî û herêmî dişopînin. Bi taybet jî rewşa li Sûriyeyê rû dide, bandorê li Iraqê dike. Em weke Desteya Eşayîrî ya Şengalê amadene li kêlek ciwanên xwe (YBŞ-Asayîş) û artêşê parastina Iraqê bikin.”

Ji bo parastina herêmê li beramber her êriş an jî destwerdaneke muhtemel jî Dexîl Mirad wiha got: “Em ji ciwanên me jî, dixwazin tevlî YBŞ û Aayîşa Êzidxanê bibin ku ew ji zarokên me yên vê herêmê pêktên.”

Di dewama daxuyaniyê de Desteya Eşayîrî ya Şengalê bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî kir, hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê weke hêzeke Iraqî nas bike û wiha pêde çû: “Bi rêya vê peyamê em bang û daxwaz ji Birêz serokwezîr Mihemed Şiya sûdanî dikin, hêzên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê weke hêzeke Iraqê erê bike ku hêzek ji bo parastina herêma me ava bibe. Ev hêz ji bo parastina Şengalê gelek berdêl daye.”

Dexîl Mirad dûbare amadebaşiya Şengalê ya ji bo parastina serweriya axa Iraqê ji her destwerdaneke derve anî ziman û got: “Em amadene li beramber her êrişek derve axa Iraqê bihevre biparêzin.”

Herî dawî Dexîl Mirad ji hêzên YBŞ, Asayîşa Êzidxanê û ciwanên Şengalê xwest, hêzeke hevpar ava bikin û bi hemahengî li gel hikûmeta navendî ya Iraqê kar bike.

Show More
Back to top button