Çalakiya ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê didome

Çalakiya xelkê me li Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê dayîn destpêkirin, di roja xwe ya 37’ an de berdewam dike.
Çalakiya welatiyên me ya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” dayîn destpêkirin bi eleqeyek mezin didome.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
Xelkê me heta niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê me diyar dikin ku heta daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Show More
Back to top button