Parlamentoya Iraqê weke qirkirin qebûl kir

Parlamentoya Iraqê, sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jin û zarokên me, lî dijî kêmneteweyên olî weke qirkirineke komî û sûcên li dijî mirovahiyê qebûl kir

Parlamentoya Iraqê, duh li hev civiya û pêşniyarqanûna ku ji bo qebûlkirina sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û zarokên me û kêmneteweyên olî weke qirkirineke komî û sûcên li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin, pêşkêşî wê hatibû kirin, qebûl kir. Li gorî qanûnê; wê tazmînat ji jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û hatine rizgakirin re bê dayîn.

Li gora ajansa mezopotamya ragihandiye Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têkildarî qebûlkirina pêşniyarqanûnê daxuyanî dane û kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşniyarqanûnê anîne ser ziman.

Berhem Salih, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyand ku erêkirina parlamentoyê ji bo jinên civaka me  yên qurbanên hovîtiya sûcên DAIŞ`ê serkeftinek e û wiha got: “Divê xebatên ji bo naskirina çarenûsa windahiyan û însafkirina qurbaniyan berdewam bikin û hesab ji sûcdaran were xwestin.”

Her çiqas di nava fermanê de ixaneta peşmergeyên PDK jî têde rolek mezin lîstîbe jî li ser hesab pirsîna vê xalê tu daxwuyanî nehatiye dayîn. Nêçîrvan Barzanî jî şûna lêbûrîna xwe ji civaka me bixwaze ji bo qebûlkirina pêşniyarqanûnê spasiya hemû komên partiyên siyasî yên Meclisa Iraqê kiriye û diyar kiriye ku qebûlkirina pêşniyarqanûnê gaveke girîng e û ji bo razandina tazmînatê ya ji jin û zarokên me re û parastina jiyana wan destpêkeke.

Lê belê xelkê me ne tinê tazmînatê dixwaze heman demî darizandin û hesap dayîna hêzên destê wan di fermanê heye jî dixwaze. Ev yêk çawa û kengê yê pêk were hêj ne diyare.

Show More
Back to top button