Ji KCÊE’yê banga tevlîbunê

Li ewropa jî çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana li Şengalê berdewam dike. Li ser vê bingehê Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) daxwuyaniyek da û banga xwe tevlî kirina çalakiyan kir

KCÊE ragihand ku yê ji bo xwedîderketina li Şengalê di navbera 4-6’ê Adarê de, 3 rojan li pey hev li bajarê Kleve yê Almanyayê çalakiyan li dar bixin.

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û eşkere kir ku çalakiyên pêk tînin ji bo xwedî lê derketin û piştgiriya berxwedaniya li Şengalê çalakiyên xwe pêk tînin.

KCÊE banga xwedîderketina li Şengalê li civaka me yên li Elmanya dijîn kir da ku tevlîbûna xwe nîşanî çalakiyê bidin.

KCÊE di daxwuyaniya xwede wiha got: “Em bang li civaka xwe, welatparêz, dost û hevalên xwe dikin ku tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên xeter ên li ser Şengalê tên kirin, bibin û xwedî li berxwedana Asayîşa Êzidxanê bibin û dengê Êzidxanê bilind bikin. Divê em hişyar bin û xwedî li Asayîşa Êzidxanê derkevin, bêdeng nemînin. Eger ku em şagirtên Mam Beşîr û li ser rêya Mam Zekî ne, divê em heta dawî bi dilsozia wan, xwedî li Şengalê derkevin û biparêzin.”

Di dewama daxwuyaniyê de jî wiha hate gotin: “Çawa ku dijmin li Garê têk çû, divê em nehêlin li Şengalê jî bi ser bikeve. Em berxwedana Garê silav dikin û dibêjin wê serketin a bîr û baweriya Mam Zekî û Mam Beşîr. Em bang li gelê xwe yên herêma Dûîsbûrg, Wesel û Emmerîch dikin ku tevlî çalakiya ku wê 3 rojan dom bike, bibin. Çalakî wê li bajarê Kleve 4,5,6’ê Sibatê her roja saet 14:00 heta 16:00’an kon bê vedan û roja dawî jî wê bi meşekê dawî li çalakiya me bê anîn.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button