Artêşa Tirk carek din Bendava Tişrînê bombebaran kir: Birîndar hene
Artêşa Tirk a dagirker carek din êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kir. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Artêşa Tirk a dagirker careke din êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kir. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 40 rojî ve êrişî Bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, li bendavê nobetê digirin.
Dewleta Tirk gelek caran êrişî nobedarên bendavê kirine û komkujî pêk anîne. Di encama komkujî û êrişan de 15 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.