Dema wezîfeyê ya Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê hate dirêjkirin
Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan temenê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo du salan dirêj kir.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Dr. Biryar Reşîd ji medyaya navxweyî ya Iraqê re ragihand, Parlamentoya Iraqê di rûniştina îro de bi piraniya dengan temenê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo du salan dirêj kir.
Dr. Biryar Reşîd da zanîn ku kêliyek beriya niha li Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengên parlamenteran temenê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo du salan hate dirêjkirin.
Hefteya borî Dadgeha Federal ya Iraqê biryara du sal dirêjkirinê ji bo Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê da.