Ji Serdeşta Çiyayê Şengalê kêliyek ji avabûna rojê

Ajansa me çend kêlî ji dîmenê avabûna rojê li Serdeşta Çiyayê Şengalê ku bedewiya wê hestên cuda û bêdawî bi mirovan re çêdike, bi şopînerên xwe re parve dike.

Bilindahiyên Serdeşta Çiyayê Şengalê Qiblet û Şemala Şengalê bi hev ve girê dide. Ji çiyayê Şengalê ve hem çiyayên Bakurê Kurdistanê hem jî Rojavayê Kurdistanê xuya dikin. Dema baran dibare û ewr jî kom dibin, xwe di wê kêliyê de li ser ewran hîs dikî. Lê yek ji cihên herî xweş roj lê hiltê û diçe ava xuya dike jî Çiyayê Şengalê ye. Ajansa me jî çend kêliyên kurt ji dema roj diça ava kişandiye.

Show More
Back to top button