Parlementoya Iraqê wê sibe li ser mijara Jenosîda Êzidiyan bicive

Parlementoya Iraqê karnameya civîna sibe belav kir û biryare di rûniştina yekem de li ser pêşniyar yasaya jenosîda Êiziyan guftugo bike. Tê payîn ku deng li ser proje yasaya Dezgeha Asayîşa Niştîmanî jî bike.

Beşa Ragihandina Parlementoya Iraqê li ser karnameya rûniştina sibe daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê li ser 10 proje yasayan bicivin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê di rûniştina yekem de li ser proje yasaya Jenosîda Êzidiyan jî bicive.

Dîsa wê di rûniştinê de deng li ser proje yasaya Dezgeha Asayîşa Niştîmanî û yasaya parastina kêmenetewan bike.

Tê payîn ku rûniştina Parlementoyê saet 10:00’an pêk bê.

Show More
Back to top button