Peyama Konferansa jinên ciwan: Ev konferans bersiva 74 fermana ye!
Di 1’emîn Konferansa YJCŞ’ê ya bi dirûşmeya, ‘Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber APO azad bikin’ de rêveberiya jinên ciwan, fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê peyamên xwe dan û diyarkirin bi rêxistinbûna jinên ciwan bersiva 74 fermanan didin û wiha hate gotin: “Emê bi têkoşîn û rêxistinê sala 2025’an bikin sala azadiya Rêber Apo û hemû jinan.”

Îro danê nîvro li Meclisa Gel ya Xanesorê 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan a Şengalê bi dirûşmeya ‘Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin, Rêber Apo azad bikin’ destpê kir. Konferans piştî nîvro jî bi peyamên nivîskî, dîtbarî û bi taybet jî peyamên Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê û YJŞ’ê berdewam kir. Wê konferans di van saetan de bi encamnameyekê bi dawî bibe.
‘Ev konferans bersiva 74 fermanê ye’
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê Kurdistanê Bêrîtan Roj peyam dabû. Di peyama xwe de wiha dibêje: “Di pêvajoyekî wisa de ku êriş ji her milî li ser jin û pêşengên civakê hene, konferansekî wisa lidarxistin cihê keyfxweşî û serbilindiyê ye. Jinên Ciwanên Şengalê piştî ew qas fermanan, piştî îşkenceya ku ji destê çeteyên DAIŞ kişandine, îroj bi yekîtiyekê mezin rêxistina xwe ava kirine û kombûnekê mezin ava dikin. Jinên Şingalê di milê îdeolojî û rêxistinê de xwe ava kirine û li hemberî êriş û fermanan bûne bersivekî herî bihêz. Şerê niha dixwaze di kesayeta jinên ciwan de civakê têk bibe. Ev konferans wê bibe hêza hemû jinên ciwan, divê bibe hêza gav avêtinên ber bi pêş ve û xwe perwerde kirinê, dîrok û çanda xwe parastinê. Em vê konferansê li hemû jinên Kurdistanê û Şengalê pîroz dikin. Bi hêviya ku rojekê em hemû jinên kurdistanê û şingalê bi hev re kom bibin û pêşeroja xwe nîqaş bikin. Divê em jinên ciwan bibin yek hêz û yek dest. Jinên ciwan wê bi rêxistinbûna xwe bibin çavkaniya çareserî û azadiyê ji bo hemû civakê.”
‘Pêwîste bibe wesîleya yekîtiya hemû jinan’
Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê bi daxuyaniyekê peyama xwe ya ji bo konferansê dan û wiha gotin: “Em weke jinên ciwanên Mexmûrê yekemîn konferansa yekîtiya jinên ciwanên Şengalê silav û pîroz dikin. Li çar aliyên Kurdistanê li hemberî êrişên dagirkeriyê berxwedaniyekî mezin tê birêve birin. Di Girtîgeha Îmraliyê de Rêber Apo di nava tecrîda mutleq de berxwedaniyê dike. Bi wî ruhî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li himberî şerê heyî berxwedaniyekî pîroz dike. Hêviya me ewe ku konferansa yekemîn ya yekîtiya jinên ciwanên Şengalê bibe wesîleya yekîtiya hemû jinan û divê jin bi felsefeya jin jiyan azadî rêxistinbûyîna xwe pêk bînin.”
‘Divê em bikin sala azadiya Rêber Apo û jinan’
Li ser navê Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Avent Têkoşer axivî. Avent Têkoşer di destpêka axaftina xwe de sê jinên şoreşger yên Parîsê bibîr anî û got ku ji bo girtina tola Sara, Fîdan û Leyla divê têkoşîna xwe di asta jor de bilind bikin.
Avent Têkoşer di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Em konferansa ciwanan li Rêber Apo pîroz dikin û di demê ku hatina silavên Rêber Apo de li darxistina konferans girînge. Emê xwedî li keda li Rêber Apo derkevin û pêwîste hemû jin xwedî li vê kedê derkevin. Bi saya keda Rêbertî niha em wekî jin konferanseke bi vî rengî pêk tînin. Hem ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya xwe divê em têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê azadiya me pêk nayê divê di vê de îqna bin. Divê em sala nû bikin azadiya Rêber Apo û hemû jinan. Ji aliyê din ve divê em hêza xweparastina xwe xurt bikin û bi hev re civaka xwe biparêzin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi yekitiyê heye û pêşengê vê jî jinin.”