PDK’ê nûnerê Mîr’ê civaka me bir Tirkiyeyê

Derket holê ku PDK’ê Nûnerê Mîrê Civaka me Cewher Elî Beg biriye Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê û ji wir şandine Tirkiyeyê û hevdîtin pêkanîne

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 9’ê çileya 2020’an de, bi pîştgiriya Tirkiyeyê Peymana Şengalê îmze kirîbu. Bi vê peymane tê xwestin ku Hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Şengalê jî di nav de xwe birêxistinkirina civaka me bi giştî ji holê bê rakirin.

Dixwazin li şûna hêzên parastinê jî hêzên Hikûmeta Navendî ya Iraqê û pêşmergeyên girêdayî PDK’ê bêne bicîhkirin. Lê li gel ku bi ser îmzekirina Peymanê re 3 meh derbas bûne jî ji ber berxwedana xelkê me peyman pêk nehatiye.

Li ser vê rewşê dek û dolabên dewleta tirk ya dagirker û PDK li dijî civaka me jî bi dawî nayê.

Li gora ajansa mezopotamya ragihandiye armanca dewleta tirk ya dagirker ewe ku zextê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike û bi rêka Mîrê civaka me jî civaka me qane bikin da ku ew Peyman bê pêk anîn.

Heya niha Tirkiye gef li her dû hikûmetan gelek caran xwariye û dibeje ku heke ew peymanê pêk neynin wê li dijî Şengalê êrişeke leşkeri bide destpêkirin û Şengalê dagir bike. Ji bo vê jî ev demeke amadekariyan dike û di qada navneteweyî de dîplomasiyê dimeşîne.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî li şûna ku li dijî van hewldanên Tirkiyeyê derkeve û êrişên Tirkiyeyê rawestîne, ji Tirkiyeyê bêtir hincetên Tirkiyeyê yên ji bo êrişê bilêv dike û her gavê xwe li gora xwestek û pêwistiya dewleta tirk ya dagirker de diavêje.

Ajans radigihîne ku herî dawî derketiye holê ku PDK’ê Nûnerê Mîrê Civaka me Cewher Elî Beg bi heyetekê biriye konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê û ji wir avêtiye Tirkiyeyê û bi rizaya Cewher Elî Beg an bê rizaya wî jî be hevdîtin hatine kirin.

Cewher Elî Beg jî têkildarî vê hevdîtina xwe axiviye û diyar kir ku di 7’ê sibatê de bi heyetekê re çûye Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê û Konsolê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay re hevdîtin kiriye. Elî Beg, diyar kir ku di hevdîtinê de li ser pêkanîna êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê rawestiyane û angaşt kir ku xwestine ku Tirkiye li dijî Şengalê êriş pêk neyne.

ÇAVKANÎ: AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button