‘Yê dagirkirina Şengalê hêsan kirîbana’

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl behsa êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got armanca wan dagirkirina Şengalê bû

Aldar Xelîl wiha axivî: “Dewleta Tirk bi hemû teknîka leşkerî ya pêşketî êriş kir û xwest wê herêmê dagir bike. Bi wê yekê armanc kir ku peywendiya di navbera herêmên Kurdistanê de qut bike û dagirkirina Şengalê piştre hêsan bike û têkiliyê di navbera wê û Rojava de qut bike. Lê belê êrişên wê hatin tekbirin û ew binkeftî vegeriya.”

Xelîl wiha pêde çu: “Têkçûna delweta Tirk nehişt ku êrişên xwe dewam bike, wê îdia kir ku ew ji çiyayên Kurdistanê vekişiye da ku rastiya têkçûna xwe li wir li hemberî hêzên ku tenê çekên normal pê re ne, veşêre.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD Aldar Xelîl ji bo êrîş û dagirkeriya li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê ku di encamê de gelek ji xelkê me jî hatin kuştin, hatin revandin û neçar man ax û malên xwe terikandine de jî nêrînên xwe parve kir. Xelîl got ji bo qewitandina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir divê têkoşîn xurttir bê meşandin.

Xelîl wiha axivî: “Ev têkoşîn bi ruhê berxwedana Efrînê dewam dike. Me biryara xwe ya dawî da ku em dev ji Efrînê bernadin. Rast e, ji ber şert û mercan em neçar man ji cografiya Efrînê derkevin. Lê em qet dev jê bernadin û em bi îsrar in ku wê rizgar bikin. Bi vê îradeyê me biryar girt ku em ê dûrketina ji Efrînê qebûl nekin. Her roj û di her deqeya jiyana me de em ê ji bo rizgarkirina Efrînê, li ber xwe bidin.”

Xelîl destnîşan kir ku dewletên dest li Sûriyê werdane, hewl didin aloziyê li gorî berjewendiyên xwe dirêj bikin û wiha pêde çu: “Dema ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, xuya bû dê ev proje aştî, îstiqrar û pêşketinê li Sûriyê mayînde bike. Lê ev yek li xweşiya hêzên hegemon û dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin, nehat û bi taybetî dewleta Tirk. Ji lew re hewldanên dagirkirina xaka Sûriyê ji Efrînê dest pê kirin. Armanc jê şikanina îradeya gelên herêmê û tunekirina projeya neteweya demokratîk bû û bi wê yekê li şûna serkeftina projeya neteweya demokratîk dê projeya El-Nusra û DAIŞ`ê bi serketiba.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD Aldar Xelîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi berdewamkirina berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê, em ê dagirkeriya Tirk ya faşîst tune bikin, Efrînê û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û em ê jiyaneke bi rûmet bijîn.”

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button