‘Êrişa ser Xanesorê dewama fermanê bû’

Bavê şehîd Şoreş, Metû Quto derbarê êrişê de ji Rojnews re axivî û got; “Kurê min di şerê Xanesorê de ji bo şeref û kerameta Êzidiyan biparêze, bi lehengî li hemberî xiyaneta PDK’ê li ber xwe da û şehît ket. Êrişa bi destê PDK’ê ya li ser Xanesorê dewama fermanê bû”

https://www.youtube.com/watch?v=Rc4ERu_dE98&feature=emb_logo

 

Di 3’ê Adara 2017’an de, di navbera Xanesor û Sinûnê de, di encama êrîşkirina çekdarên PDK’ê yên bi navê ‘çekdarên Roj’ de, 7 şervanên hêza parastina Şengalê şehît bûn. Di heman demê de endama TAJÊ Nazê Naîf û rojnameger Nujiyan Erhan jî şehît bûn.

Yek ji şervanên YBŞ’ê şehîd bûyî, şehîd Şoreş Metû Quto bû. Metû Quto wiha got: “Bi êrişa ser Xanesorê re desthilatiya PDK’ê tişta ku di fermana 73’an nekarin li ser civaka Êzidiyan temam bikin, xwest di şerê Xanesorê de temam bikin. Ev cih cihê şehadeta kurê min e. Êrişa ser Xanesorê ne êrîşek ji rêzê bû. Desthilatî û zilma PDK’ê li ser Êzidiyan bi îtîfaqa di navbera çeteyên DAIŞ û dewleta Tirkan de hat pêkanîn. PDK hat û vê planê jî pêkanî. Bi pêşmergeyên xwe ve carek din xwest Êzidyan bê îrade bikin. Kurê min jî di wî şerî de ji bo şeref û kerameta axa xwe û civaka xwe biparêze şehîd ket. Ez bi şehadeta kurê xwe serfiraz û serbilindim.”

Quto di dewamê de got ku desthilatiya Mesud Barzanî çawa ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çetên DAIŞ’ê fermanek reş înandin ser civaka me, carek din xwestin di êrişa Xanesorê de vê fermanê temam bikin û wiha pêde çû: “Ew çekdarên ku bi navê Roj êrişê Xanesorê kirin, çetên DAIŞ’ê bûn. Di navbera çeteyên DAIŞ û pêşmergeyên roj de çi ferq nîne û nabînim. Ji ber ku bi destê wan ferman hate serê me û bi hezaran keç û lawên Êzidiyan di sûkên Mûsil û Baxdayê de hatin firotin. Ji xwe cîhan hemû dizane Mesut Barzanî 3’ê Tebaxa 2014’an Êzidî di nav lepê çetên DAIŞ’ê de hişt û bi pêşmergên xwe yên roj ve reviyan.”

Metû Quto tekez kir ku Mesut Barzanî di êrişa Xanesorê de carek din plan kir û xwest civaka me bê îrade bêhêle û wiha domkir: “Hedefa Mesut Barzanî di şerê Xanesorê de ew bû, li gel hevkarê xwe dewleta Tirk, bi çeteyên Erdogan re û bi çeteyên DAIŞ’ê re axa Êzidiyan dagirbikin û paşatiya xwe û berjewendiyên malbata xwe mezin bikin. Hikûmeta Iraqê jî di nava van hemû planên li ser Êzidiyan pêk hatî û pêktê deye. Şirîkê wan pîlana ye. Hikûmeta Iraqê ne hikûmeteke fermiye, hikûmeteke lawaz û bûye navgîna berjewendiyên mala Barzanî.”

Metû Quto herî dawî jî got: “Ew heval û hogirên ku em di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de em xilas kirin û em parastin, em ê wan ticaran ji bîrnekin û emê heya dawiya jiyana xwe deydarê wanbin.”

ÇAVKANÎ: LEYLA LORÎN/ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button