Meclisa Gelan biryar da ala Suriyeyê li herêmên xweser were hildan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji erdîngariya Sûriyeyê ye û niştecihên wê ji pêkhateyên resen ên herêmê ne, lewma biryar dide ku ala Sûriyeyê li herêmên xweseriyê hilde.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya bidawîhatina serdema zordarî û stemkariyê ya ku rejîma Sûriyeye zêdetirî 60 salî li ser xelkê ferz kiriye û gel ji ber zilm, paşguhkirin û înkarkirinê êş kişandibû, gelê Sûriyeyê serkeftina xwe ya xistina vê rejîma neheq pîroz dike.

Ji ber van guhertinên dîrokî, ala serxwebûnê ya bi sê rengên xwe: Kesk, spî, reş û 3 stêrkên sor wekî sembola merheleya nû derdikeve pêş ku hêviya azadî, rûmet û yekîtiya nîştimanî ya gelê Sûriyeyê îfade dike.

Li ser vê bingehê, herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji vê erdîngariya Sûriyeyê ye. Ji ber ku niştecihên van herêman pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne, Meclisa Gelan a Demokratîk biryara dide ku li tevahî meclis, sazî û rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser ên li tevahî kantonên herêmê ala Sûriyeyê hilde.

Meclisa Gelan a Demokratîk pabendbûna xwe bi nûnertiya daxwazên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê û xebata ji bo xurtkirina yekîtiya nîştimanî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de ya li ser bingehên edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de teqez dike.”

Show More
Back to top button