QSD’ê dîmenê çalakiyên li Bendava Tişrînê weşand
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê dîmenê çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora Bendava Tişrînê weşand.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê ya li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê didomin. Şervanên QSDˈê jî di çarçoveya bersivdayîna êrişan de rêzeçalakî pêk anîn û windahiyên mezin ên canî û madî gihandin dagirkeran.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê dîmenên bersivdayîna êrişan weşand.