Kampanya alîkariyê li hemû gundên Şengalê belav dibe
Li Şengalê kampanya alîkariyê ya ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin roj bi roj mezintir dibe, li hemû gund û komelgehên Şengalê belav dibe.
Di 27’ê Mijdarê de çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîş bir ser Şehba ya Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê êrîşê koçberên Efrînê ku li vê herêma diman neçar bûn carekî din koçber bibin û li herêmên Rêvberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bicih kirin. Her wiha ji Til Rifat û herêmên cûda jî bi sedhezaran kes ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçber bûn û berê xwe dan cihên ewle yên di bin parastina Rêveberiya Xweser de.
Bi pêşengiya meclisên gel û TAJÊ kampanya tê meşandin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî di civîna xwe ya asayî de ku 8’ê Kanûnê hate lidarxistin, biriyara destpêkirina kampanya komkirina alîkariyê ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê girt. Li ser vî esasî sazî û meclisên gel yên Şengalê tevî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) li seranserî Şengalê dest bi komkirina alîkariyê kirine.
Kampanya alîkariyê li hemû gund û komelgehan belav dibe
Her ku diçe ev kampanya alîkariyê berfireh dibe û xelkê Şengalê jî bi derfetên xwe yên madî û pêwîstiyên jiyanê, destek dide kampanyayê. Li hemû gund û komelgehan endamên meclisên gel û saziyên Şengalê mal bi mal digerin û alîkariyê kom dikin. Her wiha gel bi xwe jî alîkariya xwe digihînae meclisên gundên xwe û ev alîkarî dê ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin.