PDK bi girtina deriyê Sêmalka re piştgiriyê dide dewleta Tirk
Di demek ku tevahî Kurdistan di xema Rojavayê Kurdistanê deye, lê PDK guh nade ti pîvanek netewî û mirovî. PDK deriyê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê li Kurdan girtiye û bi vê siyaseta xwe li cihê piştgirî bide Rojava, piştgiriya çete û dewleta Tirk dike.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya, dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dest bi êrişan kir. Dewleta Tirk di serîde Minbic li gelek cihên din tevî çeteyên DAIŞ’ê êrişî xelkê kir. Jiber êrişan bi sed hezaran Kurd carek din ji warên xwe bûn û koçber bûn. PDK jî li cihê alîkarî bide xelkê Rojavayê Kurdistanê, di ser wan re deriyê sînor yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de girtiye.
PDK plana dagirkeran bicih dike
Beriya rûxîna rejîma Suriye û destpêkirina êrişên Tehrîr El Şam ya dijî desthilata Esed, PDK li Hewlêrê pêşwazî li hêzên kirêgir yên dewleta Tirk kir. Di civîna li Hewlêrê de nûnerê terorîstên Sultan Murad û hêzên ku xwe weke muxalefeta Suriyeyê dibînin, amade bûn. Lê di bingeh de ev hemû hêzên li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin pêşwazîkirin, dijminê gelê Kurdin.
Ev jî derdixe holê ku PDK di nava planê deye û bernameya dagirkerên Tirk ya li ser Kurdan bicih tîne. Li gorî agahiyan di civîna li Hewlêrê de nûnerê saziya îstîxbarata Tirk MÎT’ê û nûnerê Barzanî jî amade bûn. Piştî vê civînê çend roja deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de bi temamî hate girtin.
Li ser sînor xendeq jî kolan
Di demek ku tevahî Kurd di xema Rojavayê Kurdistanê dene û peyamên piştgirî û parastina Rojava dikin, pêwîst bû hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê ji her kesê zêdetir destê alîkariyê dijî Rojava kiriba. Lê PDK tenê bernameya dagirkerên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ya dijî Kurdan bicihtîne. Di sala 2014’an de bi dirêjiya 40 kêlometre ji ava Fîşxabûr heya digihe Rebîe xendek kola, di sala 2015’an de jî bi dirêjiya 37 kêlometre ji bajarokê Sinunê heya çiyayê Şengalê xendek kola û Başûr û Rojavayê bi xwesteka dewleta Tirk ji hev qutkir.
Niha di çarçoveya heman komployê de, PDK û malbata Barzanî deriyê Fîşxabûr li Rojavayê Kurdistanê girtiye û rê nade ti alîkariyek ji bo Rojavayê Kurdistan biçe. Xelkê Başûr tevî siyasetmedar û rewşenbîrên xwe, banga alîkariyê ji Rojava dikin û dixwazin derî were vekirin, lê derî hêjî girtiye.
PDK pişta xwe bi dagirkeran ve girêdaye, hertim siyaseta xwe li ser her kesê dide ferzkirin û bi daxwaza dewleta Tirk derî hatiye girtin. Lê gelê Kurd vê siyaseta qirêj ya PDK dibîne û weke xiyanet bi nav dike. Ji ber vê divê rewşa hestiyar de ku di Rojhilata Navîn de guhertin çêdibin, divê PDK dev ji siyaseta dardestiya dijmin berde. Ji bo ku Başûrê Kurdistanê baca vê siyaseta qirêj nede û xwîna bi hezaran ciwanên Kurd vale neçe, Kurd dixwazin PDK dev ji vê hevkariya bi dagirkeran re berde.