Li Qerekozakê zêdetirî 100 çete hatin kuştin
Şervanên QSDˋê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser pira Qerekozakê ku dikeve başûrê Kobanê têk birin û zêdetirî 100 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişên dijwar ên li ser pira Qerekozakê têk birin û pir hat paqijkirin. Di encamê de zêdetirî 100 çete hatin kuştin û gelek erebeyên çeteyan hatin rûxandin.
Lê li derdora pirê şerekî dijwar diqewime da ku wan çeteyan têk bibin û pir were ewlekirin.
Di heman demê de li Dêrhafirê jî şervanên QSDˋê wesayîteke leşkerî ya çeteyan rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin.