Fermandarê Giştî yê QSD’ê: Li Sûriyeyê kêliyên dîrokî tê jiyankirin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di yekemîn daxuyaniya xwe ya piştî rûxandina rejîma Şamê de, diyar kir ku di qonaxeke dîrokî re derbaz dibin û tekez kir ku ew bûne şahidê rûxandina rejîma despot a li Şamê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî têkildarî hilweşîna hikûmeta Şamê li ser hesabê fermi yê X’ê daxuyaniyek belav kir.
Fermandar Mazlûm Ebdî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Îro em li Sûriyeyê kêliyên dîrokî dijîn. Em şahidî ji rûxandina rejîma despotîk a li Şamê re dikin. Ev yek derfetek ji bo avakirina Sûriyeyek nû li ser bingeha demokrasî û dadmendiyê ku mafên hemû gelê Sûriyê misoger bike, pêşkêş dike. Ev guhertin ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo tevahiya herêmê serdemek hêviyê nîşan dide.”
Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser giringiya yekîtî û hevgirtina gelan a ji bo pêşeroja Sûriyeyê û wiha got: “Pêwîste hemû gelê Sûriyeyê ji bo armancek hevbeş li hev bicivin û li şûna şer, aştiyê bi cih bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve jî, pêwîstî bi lihevhatinek neteweyî heye.”
Hilweşîna rejîma Şamê ne tenê ji bo bidawîkirina şerê navxweyî, ji bo ji nûve avakirina Sûriyeyê jî weke derfeteke mezin tê dîtin. Di daxuyaniyên Mazlûm Abdî de peyama ku divê Sûriye demokratîk bibe û edalet di vê pêvajoyê de pêk were, tê hilgirtin.
Di vê dema nû de, rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şeklê reformên li herêmê bi meraq tê çaverêkirin.