Meclîsa Leşkeriya Minbicê hewldanek çeteyên dewleta Tirk şikand

Meclîsa Leşkeriya Minbicê diyar kir ku hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li başûrê Kantona Minbicê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker şikandin.

Meclîsa Leşkeriya Minbicê ragihand ku hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li başûrê Kantona Minbicê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker şikandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku saet di 2’ê sibehê de komeke girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker derbasî gundê Til Eswed ya başûrê kantona Minbicê bûne.

Hate diyarkirin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi wan re şer kirin, operasyon hat şikandin û çete reviyan.

Show More
Back to top button