Xeteriya ku kes behs nake li nav xaka Iraqê: Çeteyên Tirkiyeyê!

Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk, li Suriyeyê dest bi êrişek nû kirine. Komên çekdar bi salanin ji aliyê Tirkiyeyê ve tên perwerdekirin, parastin û ev komên çekdar îro li ser gelên Suriyeyê bûne metirsî. Heman komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk îro li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî hene. Komên çekdar li benda Tirkiyeyê ne û bi geşedanên li Suriyeyê re, metirsiyek mezin dixin ser Başûrê Kurdistan û Iraqê jî. Eger çirûska agirê Helebê bigihe Iraqê, çeteyên DAIŞ yên ku dewleta Tirk wana li Başûrê Kurdistanê bicihkirine, li benda Tirkiyeyê ne!

Di 27’ê Mijdarê (2024) de Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) ji nişka ve êrişî Helebê kir, koma çekdar bêyî ku şerek çêbibe Helebê xist bin kontrola xwe. Bi geşedana dawî ya li Suriyeyê re, serdema êrişên çeteyên DAIŞ yên li Suriye û Iraqê ji nû ve kete rojevê. Bi tayet DAIŞ ya ku di sala 2014’an de bê ku şer bike, Musilê dagirkir, kete bîra her kesê. Êrişa li ser Helebê welatên cîranê Suriyeyê xist nava liv û tevgerê, bi taybet li Iraqê artêş kete nava amadebaşiyê.

Li Iraqê tevî liv û tevgerek leşkerî ya Artêşê û hêzên Heşdî Şeebî heye, lê ne rayedarên Herêma Kurdistanê ne jî yên ji Iraqê behsa hebûne çeteyên DAIŞ û komên din yên çekdar ku Tirkiye wana li Dihokê bicihkiriye nake.

Piştî Helebê li Iraqê çi rûda?

Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê Helebê xist bin kontrola xwe, Artêşa Iraqê jî kete nava liv û tevgerê. Di 30’ê Mijdarê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebas di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hemû hêzên Iraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo parastina sinoran û asîmanê Iraqê ya ji her metirsiyek rû bide, ketine di rewşa amadebaşiyê de

Heman rojê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebas gel şandeyek leşkerî serdana Odeya Operasyonan ya li Şengalê kir. Hate diyarkirin ku armanca serdana Sabit Ebas rewşa ewlekariya herêmê nirxandin û serdana sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirine.

Di 1’ê Kanunê de li gor hin dîmenên ku li ser medya dijîtal hatibûn belavkirin, Iraqê karwanek ji hêzên Heşda Şebî ji bo piştgiriya hêzên hikûmeta Şamê şand nava xaka Suriyeyê.

Di 1’ê mehê de berpirsê Meqawemey Îslamî ya Iraqê Ebo Ala Walî diyarkir ku dewleta Tirk û Erdogan ji rewşa niha li Suriyeyê diqewime berpirsin û ewê parastinê li xaka Suriyeyê bikin. Ebo Ala Walî diyarkir ku aboriya Tirkiye hilweşiyaye û dixwaze van pirsgirêkên navxweyî derbasî nava welatên din bike û got: “Erdogan ji rewşa niha li Suriyeyê diqewime berpirse. Erdogan siberoja xwe xistiye di metirsiyê de. Biryar daye bibe beşek ji guhertina nexşeya Rojhilata Navîn. Erdogan jî mîna hevalbendê xwe Netenyaho wisan difikire ku bibe beşek giring ji Rohilata Navîn.”

Di 2’yê mehê de Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzek mezin a ji Yekeya Zirîpoşan pêktê, ji bo parastina sinor şandine devera Qaim a dikeve ser sinorê Iraq û Urdunê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew hêz wê ji başûrê Iraqê ta digihe sinorê Urdunê were belavkirin û armanca wê parastina sinorên Iraqê ye.

Rayedarên leşkerî yên Iraqê di derbarê tedbîrên li ser sinorê Iraq û Suriyeyê de dibêjin ku parastina sinor hatiye xurtkirin û wê çete nikaribin ji Suriyeyê derbasî nav xaka Iraqê bibin.

Şandina hêzan tê redkirin!

Piştî êrişa ser Helebê, gelek dîmen belav bûn ku hêzên Heşdî Şebî derbasî Suriyeyê bûne, lê ev yek tê redkirin. Fermandarên Heşda Şebî diyardikin heta niha ti hêzek wan ji Iraqê derbasî nava Suriyeyê nebûye, lê ger bê xwestin wê herin û parastina mezargehên pîroz bikin.

Di 3’yê mehê de Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ti hêzek ji bo piştgiriya Suriyeyê neşandine. Feyaz got ku bûyerên li Suriyeyê rû didin gefe li ser ewlehiya nîştimanî ya Iraq û herêmê.

Erdogan û Sudanî axivîn

Di 3’yê mehê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan re axivî. Sûdan ji Erdogan re got ku Iraq wê li hemberî bandorên xeternak yên bûyerên li Sûriyeyê bêdeng nemîne û bibîr xist ku Iraqê berê ji ber encamên serweriya rêxistinên tundrew a li herêmên Sûriyeyê zerer dîtibû û wê destûr nede ku dubare bibe.

Putîn jî bi Erdogan re axivî

Serok dewleta Rûsyayê jî heman rojê ji Serokomarê dewleta Tirk a dagirker re got ku divê êrişên terorîstan yên li Sûriyeyê demildest werin rawestandin. Di peywendiya telefonî ya bi Putîn Erdogan de û li gorî daxuyaniya Rûsyayê, diyar dibe ku komên çekdar raste rast girêdayî dewleta Tirkin.

Di sala 2014’an de piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Suriyeyê gelek herêman dagirkirin û komkujî pêkanîn, berê xwe dan Iraqê. Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de weke Heyeta Tehrîr El Şamê bê ku şerek bikin, Musilê dagirkirin. Piştî Mûsilê çeteyan gelek bajarên din ên Iraqê dagirkirin û komkujiyên mezin pêkanîn. Bi taybet jî çeteyan li Şengalê bi hezaran kes qetilkirin, revandin û girtin. Niha piştî Helebê, li herêmê tirsek mezin ketiye nava xelkê û bi taybet jî Şengal û gelên din yên li Deşta Nînovayê bi hebûna leşkerên Tirk ya li baregeha Beşîkayê bifikarin.

Xeteriya ku kes behs nake li nav xaka Iraqê: Çeteyên Tirkiyeyê!

Piştî ku Heleb ji aliyê HTŞ’ê ve hate kontrolkirin, li Iraqê jî liv û tevgerek leşkerî destpêkiriye. Iraqê gelek wesayîtên zirxî û leşker li ser sînor bicih kiriye.

Lê ya balkêş ewe ku kes behsa hebûna komên çekdar yên Suriyeyê ên ku Tirkiye wan aniye Başûrê Kurdistanê nake. Rayedarên Iraqê behsa hebûna leşkerên Tirk ya li nav baregeha leşkerî ya Beşîkayê nakin. Niha xeteriya herî mezin komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk ên li nav xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ne.

Hebûna DAIŞ’ê ya li Dihokê!

Di 1’ê Tîrmeha 2024’an de têkildarî hebûna zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ’ê li Berwarî Bala jî berdevkê YNKê Seedî Ehmed Pîre wiha got; “Zêdetirî 300 terorîstên DAIŞ’ê hatine herêma Berwarî Bala ya ser bi Dihokê.”

Di 23’yê Tîrmehê (2024) de jî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di raporek de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran çeteyên ji Sûriyeyê veguhestine Başûrê Kurdistanê.

Navendê li gorî çavkaniyan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên Sûriyeyî ku li herêmên dagirkerî kom kirine li beramberî pere, ew biçek kirine û rêkirine Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyan ew çete li xaka Sûriyeyê di kampên leşkerî de hatine perwerdekirin, wan bi çek dikin û vediguhezin Başûrê Kurdistanê. Her wiha navendê di rapora xwe de ragihand ku ew çeteyên ji bo Başûrê Kurdistanê hatine veguhestin piranî ji komên Hemzat û komên Silêman Şah in. Tê zanîn ku her du kom jî ji aliyê Amerîka ve hatine cezakirin.

Têkildarî hejmara çeteyan jî navendê anî ziman ku zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ`ê li herêma Berwarî Bala ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê li biryargehên leşkerî yên Tirkiyê hatine bicihkirin.

Belge hebûna çeteyan ispat dikin, lê kes metirsiyê nabîne

Bi taybet jî Herêma Kurdistanê dibin gefek mezin deye, hebûna çeteyên DAIŞ ya li Dihokê û di nav leşkerên Tirk de, metirsiyek mezine li ser xelkê Başûrê Kurdistanê. Baregeha dewleta Tirk ya li Beşîkayê jî metirsiyek a mezin ya li ser pêkhateyên deşta Nînovayê, bi taybet jî Musil û Şengalê.

Di rojên pêş de tê texmînkirin ku geşedanên li Suriyeyê berfirehtir bibin, Iraq ku yek ji cîranê nêzîk yê Suriyeyê, ji ber destwerdana dewleta Tirk ya di salên dawî de, di nava qeyranek mezin ya siyasî deye. Eger çirûska agirê Helebê bigihe Iraqê, çeteyên DAIŞ yên ku dewleta Tirk wana li Başûrê Kurdistanê bicihkirine, li benda Tirkiyeyê ne!

Niha pirsyar eve, gelo wê piştî Helebê Iraq ji bo çeteyên Tirkiye yên di nav xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de, çi tedbîran bigire û peywendiyek çawa bimeşîne?

Show More
Back to top button