PJAK: Ji bo gelê me yê li Rojava û Sûriyeyê rabin ser lingan
PJAK’ê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û got: “Armanca sereke ya vê planê guhertina demografî û hilweşandina Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ye. Em bang li hemû gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistan û Ewropayê dikin ku ji bo gelê me yê Rojava û Sûriyeyê rabin ser piyan.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li bakur û rojavayê Sûriyeyê û bêdengiya civaka navneteweyî daxuyaniyek belav kir. PJAK’ê ragihand ku armanca sereke ya vê planê guhertina demografî û hilweşandina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: “Em bang li hemû gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistan û Ewropayê dikin ku ji bo gelê me yê Rojava û Sûriyeyê rabin ser piyan.”
Daxuyanî wihaye:
“Êrişên komên çekdar ên li Sûriyeyê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser herêmên rojavayê Sûriyeyê bi taybet Heleb û Şehbayê, bi armanca qirkirina gelên wî welatî bi taybet gelê Kurde. Em bi tundî van êrişan şermezar dikin.
Êrişên komên çeteyên Tirkiyê bi taybetî El-Qaîde, DAIŞ û komên din li welatên Asyayê îspat kir ku Enqere planeke berfireh û metirsîdar ji bo qirkirina gelên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê amade kiriye. Erdogan bi komkirina komên gerîla yên ji welatên cuda, hewl dide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Ji ber ku dizane wê bibe sedema azadiya gelên herêmê.
Bêdengiya civaka navneteweyî, bi taybetî hêzên hegemonîk, nîşan dide ku piştevanî û glupa kesk a berdewamkirina şer û qirkirina li Rojhilata Navîn hildane.
Rojavayê Kurdistanê weke pêkhateyeke demokratîk ji bo gelên herêmê û cîhanê ezmûneke mezine, lê dewleta Tirk û hin alîgirên wê van pêşketinên mirovî nabînin. Ev êriş bi qasî ku li Sûriyeyê ji bo Kurdan her wiha ji bo gelên Ereb, Suryan, Keldanî û weke din, jî xeternake.
Beriya niha civaka navneteweyî di pêvajoya berxwedana Kobanê de nirxên şoreşa Rojava û Sûriyeyê nas kiribû û ji ber vê yekê jî şervanên azadiyê û demokrasiyê yên cîhanê piştgirî dan wê. Îro jî divê heman hesasiyeta Kobanê li ser asta navneteweyî û bi taybet li Ewropayê ji bo tevahiya Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriyeyê yên ku bi qirkirin û komkujiyê re rû bi rû ne, dubare bibe.
Zêdebûna agirê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Sûriyê ji ber pêşketina komên El-Qaîde û DAIŞ’ê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dikeye. Bê guman ev yek wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe metirsî û ji ber vê yekê jî pêwîstî bi helwestek navneteweyî heye.
Şerê ku Tirkiye li Suriyeyê pêxistiye û hewl dide Helebê jî weke Reqa ku kiribû cihê zindîkirina hêza Tehrîr Şam û komên çeyên din, ne tenê dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê, dijî hemû beşên Kurdistan û mirovahiyê dike. Armanca sereke ya vê planê guhertina demografî û hilweşandina Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ye. Hêz û dewletên navneteweyî, hewl didin carek din di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Kurdan bikin qurbanî. Eger gelê me hişyar be û piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê, dikare carek din ev senaryoyê têk bibe. Ger pişta xwe bidin gelê xwe û îradeya xwe, wê serbikevin û têkoşînê bigihînin encamê. Ger yekîtiyek weke serdema Kobanê de çêbibe, wê gelê me serkeftindek din ya weke Kobanê a dijî çeteyaên dewleta Tirk bi dest bixe.
Em bang li hemû gelê xwe yê her par parçeyên Kurdistan û Ewrupayê dikin ku piştgiriya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikin. Parastina statûya Rojavayê Kurdistan ku xwedî girîngiyek mezin ya mirovahiyê bikin. Pêwîste carek din bernameya faşîstên Tirk ya ji bo tinekirinê were pûçkirin.”