Encûmena Mamostayên Pêşeng têkildarî nedayîna mûçe hikûmet hişyar kir
Encûmena Mamosteyên Pêşeng li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de têkildarî nedayîna du mûçeyan û qebûlnekirina daxwazên mamosta û karmendan hikûmeta demborî ya Herêma Kurdisatnê bi tundî hişyar kir.
Encûmena Mamostayên Pêşeng bi boneya nedayîna mûçeyê du mehan yê karmend û mamostayên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ve, ji bo balê bikişîne ser rewşê û hikûmetê şiyar bike, li bajarê Silêmaniyê civînek ya çapemeniyê lidar xist.
Di civîna çapemeniyê de Sekreterê Encûmena Mamostayên Pêşeng Celal Elî daxuyaniya nivîskî ya encûmenê xwend û tê de ev tişt hatin gotin;
“Em polîtîka û nêzîkatiyên desthilat ûHikûmeta Herêma Kurdistanê red dikin. Her wiha bi hemû awayî piştgiriya xwe ya ji maf û daxwazên rewa yên mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê re nîşan didin.
Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku divê di zûtirîn dem de mûçêyên karmend û mamostayan were dayîn. Her wiha divê ji vê demê zêdetir zordarî li mamosta, karmendan neye kirin, leyîstina bi jiyana mamostayan jî bidawî bibe û daxwazên wan yên ji hikûmetê heyî demildest werin bicihanîn.
Em bang li desthilata Herêma Kurdistanê dikin ku di zûtirîn dem de mûçeyên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûna 2024’an bên dayîn. Divê dest bi proseya bilindkirina mamosta, tewtînkirina mûçe, wergirtina mamostayên bi girêbest bo hertimî, diyarkirina çarenûsa mûçeyên karmend û mamostayan ku di salên borî de hatine paşekeftkirin, were kirin.
Di dawiyê de em weke Encûmena Mamostayên Pêşeng dibêjin, di egera pêknehatina van daxwazên mamostayan, emê hemû rêyên yasayî, sivîl ji bo bidestxistina van daxwaz û mafên xwe bixîn meriyete.”