Meşa Êzidiyan a li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê destpê kir
Xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bermahiyên DAIŞ’ê ne, dest bi meşeke girseyî kir. Ciwan karîkatûrê Erdogan û DAIŞ’ê ku çêkirine, di meşê de rakirine û hêrseke mezin li dijî êrişan heye.
Xelkê Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên ji holê rakirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hedef digire, meşeke girseyî lidar dixin.
Meş di van kêliyan de bi tevlîbûna sedan kesî li ber mekteba Zarîfa Osê (Mekteba Sor) ya Şengalê destpêkir.
Di meşê de bi sedan posterên Rêber Ocalan, alên Rêveberiya Xweser û Tevgera Ciwanan hatin hildan.
Ciwanên Êzidî yên makêta Erdogan-DAIŞ çêkirine, di meşê de rakirine û weke protestoyekî wê di nava meşê de bişewitînin.
Meş wê heya çerxe rêya Yermûkê dewam bike û li wir girse daxuyaniya çapemeniyê bide.