Peyama meşa ciwanên Êzidî: Şengal Rojava ye, Rojava Şengale
Li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî hate lidarxistin û ev peyam hate dayîn: ‘’Ciwanên Êzidî amade ne ku biçin û tevlî berxwedan û parstina Rojavayê Kurdistanê bibin. Şengal Rojava ye, Rojava Şengale.’’
![](http://cira.fm/wp-content/uploads/2024/12/mes-sengal-750x430-1.jpeg)
Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê, xelkê Şengalê li gel hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker ên li Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî lidarxistin. Bi sedan ciwan û xelkê Şengalê li dijî êrîşên qirkirinê ji ber Mekteba Zarîfa Osê (Medresa Sor) dest bi meşê kirin û bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana YPG-YPJ’ heya çerxerêya Yermûkê meşiyan.
Piştî meşe li çerxerêya Yermûkê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan di destpêka daxuyaniyê de berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê ya li ber êrîşên qirkirinê silav kir û wiha axivî: ‘’Em weke ciwanên Êzidî û gelê Şengalê li gel berxwedana gelê Rojava ne. Dewleta tirk gefa dixwe û dixwaze îradeya ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avakirin tine bike. Bila dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê baş zanibin ku ewê ti carî nikaribin vê îradeyê tine bikin. Ji ber ku em xwedî Rêberekî weke Rêber Apo û xwedî îradeya bi hezaran şehîdan e.’’
Ciwanên Êzidî amade ne tevlî berxwedana Rojava bibin’
Sara Botan bibîrxist ku di fermana 2014’an de Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve deriyên xwe ji civaka Êzidî re vekirin û wiha pê de çû: ‘’Weke civaka Êzidî em jî dibêjin ku em heya dawiyê bi gelê xwe yê Rojava re ne. Civaka me yê Êzidî yên li Şehbayê koçber in, emê heya dawiyê bi wan re ne. Em weke ciwanên Êzidî amade ne ku biçin û tevlî parastina Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji ber ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê di heman demê de êrîşên li ser Şengalê ye jî. Em dibêjin bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana YPG û YPJ. Wê serkeftin yê gele me yê Rojava be. Çawa ku di sala 2015’an de Kobanê neket wê îro jî Rojava nekeve.’’
‘Dixwazin gele Rojavayê Kurdistanê rastî qirkirinê bînin’
Di daxuyaniyê de li ser navê Heya Eşayîrî ya Şengalê Şêx Mirad jî peyameke kurt da û got: ‘’Herkes dizane di sala 2014’an de çi bi serê civaka Êzidî de hat. Herkes dît ku çawa keç û jinên Êzidî di sûk û bazaran de çawa hatin firotin. Herkes dît ku çawa serê zarokên me jêkirin. Niha dixwazin van tiştan bi serê Rojava de jî bînin. Rojava Şengal e û Şengal Rojava ye.’’