Di rewşa niha de Iraq dikare çi pêşkêşî Sûriyeyê bike?
Şîrovekarên siyasî yên Iraqî têkildarî alîkariya Iraq pêşkêşî Suriyeyê bike diyarkirin ku Iraq dikare di warê îstîxbaratî û ewlehiyê de alîkariya Suriyeyê bike.
Ev şeş rojin çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişek berfireh li ser Heleb û derdora wê dane destpêkirin. Hêzên rejîma Suriye û hevalbendên wê bêy ku li ber xwe bidin, reviyan û piraniya bajarê Helebê ket di jêr kontrola çeteyên dewleta Tirk de. Li Şexmeqsûd û Eşfrefiyê ya Helebê jî berxwedanek mezin a gel tê meşandin. Têkildarî mijarê şîrovekarên siyasî yên Iraqî ji ajansa me re axivîn.
Şîrovekarê siyasî Felah Meşel wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tişta ku Iraq wek dewlet û hukûmetê pêşkêşî cîranê xwe Sûriyeyê dike, girêdayî daxwaza Sûriyê ye. Li gorî şert û mercên şerê ku ew li dijî komên çekdar ên ku bajar û balefirgehên girîng li wir kontrol kirîn, dike. Ji bilî piştgiriya siyasî û dîplomatîk, agahiyên îstixbaratî û ewlehiyê û zextên dîplomatîk, dibe Iraq alîkariya lojîstîk, neft û hinek pêdiviyên xwarinê ji saziya leşkerî ya Sûriyeyê re bişîne.”
Di derbarê heman mijarê de şîrovekarê siyasî Îbrahîm Serac jî axivî û wiha anî ziman: “Tişta ku li Sûriyeyê diqewime, dibe ku bandorê li ser ewlekariya Iraqê bike. Lê dibe ku mijara şandina hêzên Iraqî ji bo Sûriyeyê çênebe. Li gel vê dibe ku ji komên çekdar xwebexş hebin ku biçin piştgiriya Sûriyeyê. Iraqê stratejiyek ji bo rûbirûbûna binpêkirinên li Heleb û Idlibê pêşxistiye. Her wiha hevkariya îstixbaratî jî heye û Iraq dikare li hemberî her êrişeke çeteyan ku çêbibe, li ber xwe bide.”
Îbrahîm Serac di dewama axaftina xwe de qala tedbîrên ku Iraqê li ser sînor girtî kir û wiha domand: “Iraqê li ser sînorên xwe kamerayên çavdêriyê û têlbend danîne. Her wiha hejmareke zêde ya leşkeran jî bi cih kiriye. Îro Iraq ji bo kontrolkirina qeyranê di aktîvkirina xebatên dîplomatîk de dixebite. Ji bilî hewldanên dîplomatîk ên Îran û Rûsyayê ji bo bidawîkirina aloziyê û rawestandina metirsiya çeteyan, pêwendiyên li gel aliyên Sûriyeyê berdewamin.”