‘Di bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî de, divê gelên me xwe biparêzin û rê nedin dagirkeriyê’
KCK’ê diyar kir ku ew di pêvajoyeke awarte dene û dewleta Tirk hewl dide Rêveberiya Xweser ji holê rake. KCK’ê got: “Divê gelê me li her deverê li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bikin, biparêzin û rê nedin dagirkerî û komkujiyan.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker û giringiya rêxistinbûna gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi rêya çeteyên faşîst ên paşverû hewl tê dayin ku kaos û şerê li Sûriyeyê ji nû ve bê mezinkirin. Bi vê armancê, çeteyên ku Tirkiye wan diparêze û bi rê ve dibe, destpêkê êrişî Helebê kirin, piştre jî berê xwe dan Hama û bajarên din. Di heman demê de êrişên dagirkeriyê li ser Şehbayê hate destpêkirin. Ji aliyê din ve li ser tevaiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş têne kirin. Mixabin dewleta Sûriyeyê li hemberî êrişan nekarî îradeyê nîşan bide, gel neparast û hemû herêmên ku çeteyan berê xwe dan, terikand. Vê rewşê gelên Sûriyeyê bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû hişt.
Li ser Rojhilata Navîn û Sûriyeyê planeke navneteweyî di meriyetê de ye. Dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji vê rewşê dixwaze armancên xwe yên qirkirin, mêtingerî, nijadperestî û dagirkeriyê pêk bîne. Li ser vê bingehê di serî de dixwaze destketiyên gelê Kurd û gelan ji holê rake û Kurdan qir bike. Li pişt êrişên çeteyan dewleta Tirk û armancên navborî yên dewleta Tirk hene. Eşkere ye ku ev yek wê hîn bêhtir komkujî û qirkirinê bîne serê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, wê gelan berde hev, pirsgirêkan hîn giran bike. Hem li Sûriyeyê hem jî li Rojhilata Navîn roldayina ji bo dewleta Tirk wê encamên gelekî metirsîdar bi xwe re bîne.
Weke tevger em ji destpêkê ve alîgirê jiyana bi hev re, wekhev û azad a hemû gelên Sûriyeyê bûn û ji bo ev yek pêk were ketin nava hewldanan. Avakirina Sûriyeyeke Demokratîk yekane rêbaza çareseriyê ya rast bû ku bi kêrî gelên Sûriyeyê dihat. Me baweriya xwe pê anî ku avakirina Sûriyeya Demokratîk di heman demê de wê tevkariyê li demokratîkbûna Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkan bike. Ev baweriya me hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk jî bi armancên xwe yên nijadperest, qirker û dagirkeriyê dest li rewşa li Sûriyeyê werda û bi vî rengî li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bû asteng. Bi mejiyekî dij bi Kurd nêzî Sûriyeyê bû, tinekirina rêveberiya xweseriya demokratîk ji xwe re kir armanca bingehîn. Ev yek jî bû sedem ku neçareseriya li Sûriyeyê hîn kûr bibe. Armanca dewleta Tirk tinekirina rêveberiya xweseriya demokratîk, astengkirina çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê ye. Dixwaze Sûriyeyê bike qadeke ku kontrol dike. Êrişên îro bi destê çeteyan ji nû ve hatine destpêkirin jî bi vê armancê ne. Dewleta Tirk bi êrişa çeteyan re li dijî Rojava kete nava liv û tevgerê û amadekariya wê yekê dike ku Rojava dagir bike û şoreşê ji holê rake.
Hem li Rojava hem jî li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyeke awarte heye. Dewleta Tirk dixwaze ji rewşa heyî sûdê werbigire û polîtîkayên xwe yên dagirkerî û qirkeriyê bixe meriyetê. Bi vê armancê hem çeteyan dide êrişkirin, hem bi xwe dikeve nava liv û tevgerê û dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, komkujiyan bike û rêveberiya xweser ji holê rake. Li hemberî vê yekê divê gelên me li her deverê li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bike, xwe biparêze, destûrê nede dagirkerî û komkujiyan. Metirsiyên derketin holê tenê bi xweparastina gel dikare ji holê bêne rakirin. Divê gelê me hişyar be, li benda alîkariya ji devereke din nemîne û parastina xwe bi xwe bike. Gelê me divê li her devera ku lê ye bi hêzên xwe yên parastinê tevbigere û bibe yek. Pêvajo Şerê Gel ê Şoreşgerî ferz dike. Li ser vê bingehê divê gelên me parastina xwe bikin û li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.”